Berhevkirina fûlan destpê kir

Cotkaran dest bi berhevkirina mewsimê folan kirine, di xebatên berhevkirinê de rola sereke ya jinan e.

Berhevkirina fûlan destpê kir
Berhevkirina fûlan destpê kir
Berhevkirina fûlan destpê kir
Berhevkirina fûlan destpê kir
Berhevkirina fûlan destpê kir
Berhevkirina fûlan destpê kir
8 gulan, 2018   06:09

HÊVÎDAR HEYANÎ / GIRÊ SPÎ

Cotkarên kantona Girî Spî jî di nav de hemû cotkarên Bakurê Sûriyayê di meha 11'an de zeviyên fûlan diçînin. Li kêleka genim, ceh, kemûn, nîsk û nokan fûl jî berhemeke sereke ku li Bakurê Sûriyê pir baş çêdibe.

Di van rojan de ji meha gulanê cotkar dest bi berhevkirina zeviyên fûlan dikin. Jinên gundê Elî Bacliyê ya kantona Girî Spî jî wekî jinên din ên Bakurê Sûriyê xebatên çinîna fûlan pêk tînin. Îsal ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava Çemê Celabê qut kirin, zeviyên fûlan jî wekî berhemên din zirar dîtin û ne zêde başe. Lê car de jî jinên kedkar ên gundî ji saetên sibê ve berê xwe didin nava zeviyên fûlan û dest bi çinîna zeviyan dikin.

Jinên gundê Elîbacliyê saet di 08.00'an de berê xwe didin zeviyên fûlan û dest bi berhevkirina wê dikin. Piştî fûl têne jêkirin di têne komkirin bi batozan tê derxistin.

Jina bi navê Kefai EL-Hemîd derbarê xebata berhevkirina fûlan de got ku jinên gund di berhevkirina fûlan de alîkariya hev dikin. Gundî di aliyê aborî de sûdê ji berhemên fûlan digirin.

(dc)

ANHA