Ji ber dagirkirina Efrînê nikare dermankirina xwe bidomîn

Jina bi navê Rawiya Ebdulah ji ber hate topbarana bi gazên jehr,  jehrî bû û li nexwexaneya Avrîn ya Efrînê dihate dermankirin. Lê ji ber Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, Rawiya nikare dermankirina xwe bidomîne.

Ji ber dagirkirina Efrînê nikare dermankirina xwe bidomîn
Ji ber dagirkirina Efrînê nikare dermankirina xwe bidomîn
Ji ber dagirkirina Efrînê nikare dermankirina xwe bidomîn
Ji ber dagirkirina Efrînê nikare dermankirina xwe bidomîn
8 gulan, 2018   05:55

BASIL REŞÎD-HENAN MIHEMED/ ŞEHBA

Derdoma mala jina bi navê Rawiya Ebdela di cotmeha sala 2016'an de bi deh fûzeyên ku jehir di wan de bû hate topbarankirin. Di encamê de Rawiya jehrî bû û şewat di laşê wê de pêk hat, her wiha dîtina wê kêm bû û gêjbûn pêk hat.

Di wê demê de Rawiya birin nexweşxaneya Avrîn a Efrînê û li wir dihate dermankirin. Demeke di bin çavdêriya pijîşkan ma. Ji wê demê û heta niha jî hîn Rawiya tam şîfa ne bûye.Beriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir bikin, Rawiya di nexweşxaneyê de dihate dermankirin.

Rawiya ku pêwîstiya wê bi dermankirinê heye, ji ber êrîşa dewleta Tirk  a dagirkeriyê ku di 20'ê çile de li ser Efrînê destpê kir, êdî nema dikare dermankirina xwe dewam bike. Ji ber rojane bi dehan biryar dihatin nexweşxaneyê û derfeta dermankirinê di nexweşxaneyê de nîn bû.

Di heman demê de rewşa malbata Rawiya ya xizanî bû sedema ku nikaribe li herêmên din dermankirina xwe dewam bike.

Dema Rawiya dihate dermankirin, Jeneralê Rûsî Merat Mosîn serdana gundê Um Hoş kir da ku lêkolîn bike ku xajên jehrî di êrîşê de hatiye bikara anîn lê na.

Jeneralê Rsûî derbarê mijarê de daxuyaniya çapemeniyê da û got ku wan isbat kirin ku li dijî gundê Um Hoş a herêma Şehbayê û taxa Şêxmeqsûd a helebê xaza Xerdel a jehrî hatiye bikara anîn û wiha dom kir: "Em hatin nexweşxaneya Avrîn da ku em bi çavên xwe kesên li gundê Um Hoş bi xaza jehrî birîndar bûne, bibîn in. Di encama lêkolînên me de isbat bû ye ku li Taxa Şêxmeqsûd xaza Kilor hatiye bikara nîn."

Rawiya piştî gundê wê Um Hoş bi destê hêzên şoreşger di dawiya sala 2016'an de hate rizgarkirin û heta niha li bendê ye ku kes alîkariya wê bike da ku dermankirina xwe bidomîn e.

Rawiya derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got ku dema gundê wan dihate topbarankirin ew û keça xwe ya 13 salî li derveyî gund bûn û wiha dom kir: "Piştî topbaran ez bê keça xwe hatim malê. Dema min bîna xwe kişand ez ji hiş ketim, lewma ez dûrî malê ketim.  Cîranên me ez birim nexweşxaneyê."

Rawiya bang li rêxistinên alîkariyên mirovî û xaça sor a navdewletî kir ku alîkariya wê bikin da ku dermankirina xwe bidomîn in."

(dc)

ANHA