Namzetê parlamentoya Cûbûrî li mala xwe hate kuştin

Namzetê parlamentoyê Farûq Zirzûr Cûbûrî yê ji lîsteya Iyad Elawî li Mûsilê hate kuştin.

Namzetê parlamentoya Cûbûrî li mala xwe hate kuştin
7 gulan, 2018   10:43

NAVENA NÛÇEYAN

Ji bo hilbijartina parlamentê ya Iraqê ku wê 12'ê Gulanê bê kirin tenê çend roj man. Namzetê Tifaqa Welatparêz a bi serkêşiya Iyad Elewî Farûq Zirzûr Cûbûrî hate kuştin. Kesên nenas ketin mala Cûbûrî ya li gundê El Lezega yê li nehiya Kayyara ya li başûrê Mûsilê û bi kêran Cûbûrî kuştin.

Li ser kuştina Cûbûrî heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Cûbûrî li zanîngeheke Mûsilê jî hîndekar bû.