'Ji bo daxwazên gelê Sûriyayê hate avakirin'

Yek ji endamên damezirîner ên Partiya Sûriyaya Pêşerojê Mihemed Diyai El-Dîn diyar kir ku armanca wan ji damezirandina partiyê pêkanîna daxwazên civaka Sûriyê ye û dawîkirina aloziya Sûriyê ye.

'Ji bo daxwazên gelê Sûriyayê hate avakirin'
7 gulan, 2018   09:40

XANDÎ ELO / TEBQA

Mihemed Diyai El-Dîn ji pêkhateyên Çerkese û cihê xwe di damezirandina Paritya Sûriyaya Pêşerojê de girt. Diyai El-Dîn derbarê armanca wan ji avakirina partiya Sûriyaya Pêşerojê pirsên ajansa me bersivandin.

*Armanca we ji partiya Sûriyaya Pêşerojê çiye?

Di encama valatiya di herêmên hatine rizgarkirin, pêwîstî hebû ku partiyek siyasî dûrî eşîran û neteweyan were avakirin. Ji vê armancê û ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Sûriyê ya pêkanîna pêşerojek aram û bi ewle partiya Sûriyaya Pêşerojê hate avakirin. Partiya me ji hêvî û dilê gelê Sûriyê pêk hatiye.

Partiya Sûriyaya Pêşerojê partiya hemû pêkhateyan e. Armanca sereke ew ku dawî li aloziya heyî ya Sûriyayê were. Li aliyê din jî armanc ew e ku hemû mafê jinan pêk werin, her wiha aboriyek baş ji welat re pêk were, ji ciwanan re derfetên kar were peydakirin.  Bi vê yekê jî hemû pêkhate di pêkanîna biryarê de kom bibin.

*Rola pêkhate û mezhebanb di parity we de çiye?

Çi partî yan meclîsek yek alî desthildariyê digre têk diçe. Gelê Sûriyê gelekî xwedî dîroke bi pirengiya xwe û çanda xwe ya dewlemend tê naskirin. Li ser vî esasê nerîna partiya me ew e ku cihê hemû pêkhate û mezheban a rast di çareserkirina aloziya Sûriyê de hebe.

*Dê çareseriya aloziya Sûriyê çawa pêk were?

Ez dinerin ku aloziya Sûriyê berûvajî tiştê di çapemeniyê de tê belavkirin. Em dibînin ku çareseriya leşkerî nayê qebûl kirin. Riyên leşkerî heta niha têk çûne, lê belê wêranî ji welat re anî û rê da ku hêzên biyanî xaka Sûriyê dagir bikin. Dîmbografiya gelek herêman hate guhetin. Çaresrekirina alzoiya Sûriyê divê di aliyê siyasî de pêk were. Divê hemû alî li dor yek maseyê li hev bicivin û riyên çareseriyê bi hev re nîqaş bikin. Nabe tu beşê gelê me were paşguhkirin.

*Rola partiyê di ne navendîbûnê de çiye?

Xeta partiya me ne navendî ye, tekane riya çareserkirina aloziya Sûriyayê siyasî ye. Partiya me banga demokratiya nenavendiye. Em tekez dikin ku ne navendî nayê wateya parçekirina xaka Sûriyê.

*Agahî hene ku dê rêxistinên partiya we li gelek herêmên Sûriyê werin vekirin. Armanca we ji vê yekê çiye?

Bê guman em ê rêxistinên partiyê li hemû deverên Sûriyayê vebikin. Ne tenê li Sûriyê lê belê li hin dewletên cîhanê jî dê werin vekirin. Ev partî ya hemû gelê Sûriyê yên divê cihê xwe di çareserkirina aloziya Sûriyê de bigirin. Lewma buroyên me dê li her derê vebikin.

(dc)

ANHA