Di rojnameyên Erebî de, guhertina demografî li Sûriyê didome û hilbijartin

Li Sûriya guhertina demografî didome, hilbijartinên parlamentoya Lubnanê, Iraq û Tunis, Erdogan qedexe li ser ragihandina mûxalifên xwe feriz dike mijarên sereke yên rojnameyên Erebî ne.

Di rojnameyên Erebî de, guhertina demografî li Sûriyê didome û hilbijartin
7 gulan, 2018   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojanemyên Erebî di weşanên xwe yên vê sibehê derketine, giranî dane, pêşveçûnên li Sûriyê û guhertina demografî ku di encamên lihevkirinên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îran de bi rêve diçe, hilbijartinên Lubnanê, Tunis û Iraqê.

Li Sûriya guheretina demgorfî

Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro de, balê dikşîne li ser koçberî û guheretina demgorafî ku bi sponseriya Rûsya li Sûriya bi rêve diçe. Rojnameya El-Şeriq El-Ewser nûçeyek bi sernavê "Beşa çaremîn ji başûrê Şamê ber bi bakurê ve", El-Qudis El-Erebî jî nûçeyeke bi sernavê "10 hezar kes ji başûrê gundewarê Şamê amadekariyên derketine ber bi Idlib û Cerablus ve dikin"  weşand.

El-Heyat jî behsa heman mijarê, nûçeyeke bi sernavê "Şam, Hecer El-Eswed digire û çekdar ji Humisê derdikevin" weşand û diyar dike ku hêzên rêjîma Sûriyê pêşveçûnên xwe li herêmên bi bin serweriya rêxisitna DAIŞ li başûrê Şamê didomîne. Di heman demê de , beşa çaremîn a çekdaran ji bajarokên: Bebîla, Yelda û Beyt Sehem ber bi bakurê Sûriyê ve diçe. Hêzên rêjîmê piştî ku çekdaran çekên xwe radestkirine, nêzî bajarên Humis û Hemayê dibe. Dezgehên çapemeniyê yên nêzî rêjîmê ragihand ku hêzên rêjîmê hejmareke avahiyên hikûmetê û niştecihan yên li bakurê taxa Hecer El-Eswed a (Başûrê Şamê) girtiye."

Macron şerê li hemberî rêjîma Sûriyê naxwaze

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Parîs li hemberî rêjîma Sûriyê şer nake" weşand û got, "Serokê Fransayê Emmuel Macron di hevdîtineke xwe de li gel Rojnameya Le Journal Dimanche ya heftane diyar kir ku şerê li dijî terorê, mijarên siyasî, leşkerî dê rê li ber ji nû ve avakirina têkiliyan di navbera Fransa û Dewletên Yekbûyî de vedike. Makron diyar kir ku diyalogên durist ên Frasî- Rûsî derbarê Sûriyê de hişt ku peyam ji bo rêjîmê re werin şand. Macron her wiha bal kişand ku Serokê Rûsya Vladermir Putin nas kir ku ez ne ji mûhafizkarên nû me (…), ez naxwazim şerê rêjîma Sûriyê bikim."

Iraq piştî 15 salan hilbijartinên cuda

Yek ji mijarên sereke yên ku di rojeva rojnameyên Erebî de cih girtine de, hilbijartinên Iraqê ku dê di roja şemê dest pê bike ye. Rojnameya El-Ereb girêdayî mijarê, nûçeyek bi sernavê "Hilbijartinên Iraq sîstema heyî ber bi guhertinên nû ve ye" weşand û got, "Li gorî çavdêran; hilbijartinên giştî yên Iraq ku dê roja şemeya pêş dest pê bike, di atmosfêreke cuda de pêk tê, di tecrubeyên hilbijartinên berê yên 2005‘an de çêbûne. Hilbijartinên dê werin kirin yên yekemîn piştî bidawîbûna şer leşkerî yên li dijî DAIŞ, her wiha ya yekemîn piştî pêla xwepêşandanên gel li Iraqê."

Di hilbijartinên Lubnanê de parçebûna tayîfî

Li Lubnanê jî piştî 9 salan duh dengdanên hilbijartnên parlamentoyê dest pê kir. Hilbijartin di rojeva rojnameyên Erebî de cih girt. Girêdayî mijarê, Rojnameya El-Ereb "Di parlamentoyê de guheretina li gorî berjewendiyên Hizbullah vegera El-Herîrî  ya ji bo serokatiya hikûmeta Lubnanê dixe xeteriyê", her wiha El-Şeriq El-Ewst jî sernavê "Hilbijartinên Beyrûtê.. Parçebûna tayîfî " weşand. Li gorî nûçeyê "Li Beyrûtê, roja hilbijartên Lubnanê, bi herdu rêveberên xwe, wêneyeke zelal  a Lubnana parçebûyî derxist pêş. Qanûna hilbijartinên nû derket da ku  vê parçebûnê bi hêztir bike, ku paytexê veguherîne rojhilatî bi piraniya xiristiyanî û rojavayî bi piraniya misilman. Di rêveberiya yekemîn de ji partiyên Xiristiyan li gorî du lîsteyan pêk tê. Teyar El-Musteqbel a di rêveberiya duyemîn de şerekî girîng ji bo xwe û hem jî ji bo serokê xwe Seed El-Herîrî ku serokatiyê lîsteyê dike li hemberî 8 lîsteyan, di nav de herdû aliyên Şîî hene dike. "

Erdogan qedexeya ragihandinê li ser partiyên mûxalif feriz dike

Rojnameyan behsa hilbijartinên li Tirkiyê jî kirin, El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Erdogan ji Stenbolê daxuyaniya hilbijartinan radighîne.. yên ku bajar digire di hilbijartinên Tirkiyê de dê bi serbikeve" weşand. Her wiha rojnameya El-Ereb jî sernavê "Ragihandina Tirkiyê çemberê li ser mûxalifên Erdogan ên di hilbijartinan de çêdike" weşand û got, "Bernamzetê mezintirîn partiyên mûxlalif ên di hilbijartinên serokatiyê Miherem Ance rexneyên xwe anî ziman ku çapemenî çalakiyên partiyê mûxalif û bernamzetên wê naşopîne û got ku qedexeya ragihandinê ku li ser partiyên mûxalif hatiye ferizkirin li ser daxwaza Erdogan hatiye kirin. herger qedexe dewam bike, em çalakiyên xwe yên hilbijartinên li pêşiya avahiyên kenalên televizyonê li dar bixin."