'Em ê ji bo Efrînê dozê vebikin'

Dadwer Ehmed El-Ersan diyar kir ku ew ê derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn dozê li aliyên têkildarî û bi taybet Dadgeha Cinayat a navdewletî vebikin.

'Em ê ji bo Efrînê dozê vebikin'
7 gulan, 2018   09:01

EHMED SEMÎR-HOGIR NECAR / QAMIŞLO

Hiqûqnasên Sûriyê bi diruşmeya "Bi hev re em parastina nasnameya Efrîna hatiye dagirkerin bikin" komcivînek li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê hate lidarxistin.

Di vê derbarê de Dadwer Desteya Dozan û Lêpirsînê ya Dêrazê Ehmed El-Ersan diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê derqanûyîn e û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin di riya vê komcivîna me, zulmê li ser şêniyên Efrînê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rabikin."

El-Ersan bang li civaka navdewletî û Dadgeha Cinayat ya Navdewletî kir ku lez bidin xwe ku di zûtirîn dem de hesab ji hemû dewlet û kesayetên têkiliya wan bi komkujî û qetilkirina zarok û kesên bê guneh de heye  bipirsin û wiha dom kir: "Em ê pêşniyar û daxwazên xwe  pêşkêş bikin. Em ê hemû komkujiyên ku dewleta TIrk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn ji aliyên navdewletî re pêşkêş bikin. Da ku hesan ji sûcdaran û di serî de Erdogan were pirsîn."

El-Ersan her wiha destnîşan kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û dagirkirina wê derqanûniye û wiha dom kir: "Daxwaza me ji hemû aliyên têkildar ew ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê derbixin. Her wiha parstina sivîlan ji komkujiyan misoger bikin. Dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re derqanûnê ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk xaka Efrînê dagirkirine, şêniyên wê dane koçberkirin û dîmografiya herêmê dide guhertin. Ew pîlanên xweyên dagirkeriyê li herêmê pêk tîn in."

El-Ersan di berdewama axaftina xwe de jî armanca dewleta Tirk a dagirker bibîr xist û wiha diêrjî da axaftina xwe: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew ku demgorafiya herêmê bidin guhertin û Efrînê wekî herêmeke Tirkiyê nîşan bidin. LI ser vî esasî çeteyan derbasî herêmê dike, beriya niha jî li Lîwai Iskenderonê da guhertin, lewma jî alên xwe li ser hemû saziyên Efrînê bi cih dike."

 Dadwer Desteya Dozan û Lêpirsînê ya Dêrazê Ehmed El-Ersan   di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ew ê derbarê sûcên li Efrînê hatin kirin û têne kirin jî dozê li aliyên têkildar û bi taybet Dozgeriya Cinayat ya Navdewletî vebikin û ev tişt anî ziman: "Ji ber li Efrînê siyaseta tunekirinê li dijî gelê kurd hatiye meşandin."

(dc)

ANHA