ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.05.2018
5 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*5′emîn Mihrîcana Rojava a çand û hunerê ê li bajarê Kobanê tê lidarxistin. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Helebê yên  Misilman û Suryan rûxandina goristanên şehîdan ên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kirin û gotin ku kiryarên dagirkeriya Tirk di tu olan de nayên qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Kantona Efrînê 18′ê Adarê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî herêmê bûn, dest bi kiryarên dizî, talan, kuştin û îşkenceyê kirin. Lê tişta balkêş ew e ku çeteyên qaşo bi artêşa Azad tevdigerin û yên girêdayî MÎT′ê Tirkan de şer rû dide. Balafirên Tirk jî noqteyeke çeteyên Ereb bombebaran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Sefantia Ilik got ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Efrînê û şoreşa Rojava ya li dijî faşîzma Tirk û diyar kir ku ji bo rewşa tenduristî ya Rojava bi gelek saziyên Ewrûpayê re têkildar bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

POLÎTÎKA

*Siyasetmedarê Kurd Hesen Şêxo diyar kir ku hevpeymanên Tirkî-Rûsî derbkirina yekîtiya gelê ax û Sûriyeyê hedef digirin. Hesen her wiha bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ji bo bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

  CIVAK Û JIYAN

*Di dawetên Tebqayê de bûk kûpekî qizêz dişkîne da şer û nexweşî dûrî mala wê bikevin, her wiha destê bûkê hene dikin. her wiha di dawetê de stran û meşa mêran jî hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)   

ANHA