Siyasetmedarê Kurd: Tirkiye û Rûsya parçebûna Sûriyeyê dixwazin

Siyasetmedarê Kurd Hesen Şêxo diyar kir ku hevpeymanên Tirkî-Rûsî derbkirina yekîtiya gel û axa Sûriyeyê hedef digire. Hesen her wiha bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ji bo bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker. 

Siyasetmedarê Kurd: Tirkiye û Rûsya parçebûna Sûriyeyê dixwazin
5 gulan, 2018   04:13

RÊNAS REMO-NÛRÎ UMER/QAMIŞLO 

Serokê Tevgera Kurdayetî li Sûriyê Hesen Şêxo derbarê siyaseta guhertina demografiyê ku li dijî gelê Sûriyeyê tê meşandin, ji ANHA′yê re nirxandin kir û da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi vê siyasetê berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne. 

Şêxo diyar kir ku bi Tirkiye bi hevkariya komên çete demografiha herêmên Bab, Cerablus û Efrînê diguhere û wiha domand, ″Ev siyaset bi hevpeymaneke Tirkî-Rûsî pêk tê. Armanca ji vê siyasetê serweriya ser axa Sûriyeyê ye. Ji bo ku ev dewlet li herêmê bigihêjin armancên xwe, şerê Sûriyeyê dirêj dikin û çareseriyên siyasî asteng dikin.″ 

Şêxo bal kişand ser cûdahiya di navbera projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê û projeyên dewletên herêmî û wiha got, ″Projeya Federal banga biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera tevahî gelên herêmê de, dike. Lê plana Tirkiyeyê ew e ku herêmê dagir bike û demografiyê biguhere.″

Şêxo destnîşan kir ku guhertina demografiyê li herêmên Sûriyeyê beşek ji siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk e û wiha domand, ″Bi sedê salan dewleta Tirk demografiya herêmên Bakur û Başûrê Kurdistanê guhert. Lê dîsa jî negihîşt armancên xwe.″

 Hesen Şêxo di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê kir û wiha got, ″Yekîtiya gelê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a ku hewl dide axa Sûriyê parçe bike, girîng e. Divê gelê Kurd jî yekîtiya xwe ava bike û kongreya neteweyî ava bike, da rê li ber dagirkeriya Tirk were girtin.″

(mm)

ANHA