Efrîn…cihê kuştin, îşkence, talan û destdirêjiyê

Kantona Efrînê 18′ê Adarê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî herêmê bûn, dest bi kiryarên dizî, talan, kuştin û îşkenceyê kirin. Lê tişta balkêş ew e ku çeteyên Ereb û yên girêdayî MÎT′ê Tirkan de şer rû dide. Balafirên Tirk jî noqteyeke çeteyên Ereb bombebaran kir.  

Efrîn…cihê kuştin, îşkence, talan û destdirêjiyê
5 gulan, 2018   05:40

EFRÎN

Kantona Efrînê di Sûriyê de herêma herî bi ewle bû. Lê piştî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, li herêmê kiryarên kuştin, revandin, dizî û talanê pêk tên. Hin Kurdên xayîn ên ku destek dan dagirkeran malên gelê Efrînê didizin û lîsteyên bi navên welatiyan radestî çeteyan dikin da wan birevînin. 

Di daxuyaniyeke YPG′ê de hatibû gotin ku çeteyên dewleta Tirk cilên dirêj û bi rengê reş li ser jinên Efrînê ferz dikin û destûr nadin ku jin ji malê derkevin. 

Li Efrînê îşkenceya derûnî û fîzîkî

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ji ANHA′yê re ragihand ku Efrîn veguheriye zindan û gel rastî hemû cûreyên îşkenceya derûnî û fîzîkî tên. 

Welatiyê bi navê (M.Ş) ji bajarê Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk di saetên derengiya şevê de malên welatiyan dorpêç dikin û ji jinan dixwazin ku bi wan re derkevin, an bi hezaran dolaran bidin. Dema ku mêr daxwaza çeteyan red dikin jî, çete bi awayekî hovane li wan didin.  (M.Ş) wiha got, ″Çeteyan saet di 1′ê şevê de mala min dorpêç kirin û heman tişt bi min re kirin.″ 

Welatiyê bi navê (E.K) ê ji navçeya Mabata jî çeteyên dewleta Tirk navenda Erka Xweparastinê ji bo perwerdekirina ciwanên Efrînî yên nêzî ENKS′ê bi kar tîne. Ciwanên Efrînê di bin berpirsyariya Ebû Meryem El-Kurdî de tên perwerdekirin. 

Her wiha çeteyên dewleta Tirk welatiyê temen mezin ê bi navê Şêx Îbê îşkence kirin, piştre ew berdan û kurê wî revandin û birin cihekî nediyar.

ENKS′ê malan talan dike

Ji dema dagirkirina Efrînê de roj bi roj dizî, talan, tecawizkirin, revandin û îşkenceyê zêde dibin. Dema ku ENKS′ê derbasî bajêr bûn, dest bi dizî û talankirina malên gelê Efrînê kirin. Her wiha lîsteyên bi navên welatiyên Efrînê radestî çeteyan dikin da wan birevînin û malên wan talan bikin. 

Welatiyê bi navê (E.S) yê ji herêma Racoyê jî diyar kir ku kesên bi navên ″Cemîl Erneb ku endamê Partiya Komunîst a Sûrî bû, Ebdo Osman Henîfe ku di dema rêjîma Baas de xebatkarê şirka ceyranê ya Efrînê bû, Mihemed Hac Oso, Hesen Ebûd û Arif Xoce″ malên gelw didizîn.  

Rêk ne bi ewle ne

Çavkaniyên din ji herêmê ragihandin ku riyên diçin gund û bajarokên Efrînê ne bi ewle ne, ji ber ku welatiyên Xûtayê yên ku li herêmê hatine bicihkirin, temenên wan kêmî 16 salî ne û porê wan dirêje li ser riyan disekinin, çekê hildigirin û welatiyan talan dikin.  

Balafirên Tirk noqteyên çeteyan bombebaran kir

Çavkaniyeke din jî ji herêmê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li ser parvekirina mal û milkên gelê Efrînê li hev nakin. Ji ber vê yekê sedemê roja 1′ê Gulanê li bajaroka Bedîna û gundê Dimilya, di navbera çeteyan û çeteyên girêdayî MÎT′ê Tirkan de şer derket. Şer rojekê bênavber dom kir û bi dehan kuştiyên herdû aliyên çêbûn. 

Di şer de balafirên Tirk noqteyên çeteyan bombebaran kirin 

Çavkaniyên herêmî dane zanîn ku artêşa Tirk ji hin komên çete xwestiye ku ji Efrînê derkevin, lê koma çete qebûl nekir û ev yek bû sedem ku di navbera komên çete şer dekeve. 

Ji siyaseta dewleta Tirk xuya dibe ku artêşa Tirk kiryarên kuştin, revandin û talanê pêk tîne da vê yekê bike hincet û komên çete ji Efrînê derxîne. Ji ber ku gelê Efrînê daxwaz bikin ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê bimîne û Efrînê bi awayekî rewa bi ser axa Tirkiyeyê de berde. 

Li aliyekî din jî di navbera komên çete yên ji Idlibê û çeteyên Mertala Firatê de nakokî derdikevin. 

Çavkaniyên ji hundirê Kantona Efrînê bang li gelê Efrînê kirin ku di dema niha de venegerin heta herêm ji dagirkeriya Tirk tê rizgarkirin û got ku bila gel bi îdîayên aliyên ku hewl didin artêşa Tirk baş nîşan bidin, neyên xapandin. 

(mm)

ANHA