'Partiya Sûriyaya Pêşerojê ji bo çareserkirina aloziya welat têdikoşe'

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê diyar kirin ku partiya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dest bi tekoşînê kiriye û dane zanîn ku ew wekî malbatekê li tevahiya Sûriyê dinerin.

'Partiya Sûriyaya Pêşerojê ji bo çareserkirina aloziya welat têdikoşe'
4 gulan, 2018   06:47

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê derbarê rola partiya xwe û girîngiya wê di çareserkirina aloziya Sûriyê bi taybet di dema pêş de ji ajansa me re axivîn.

Endamê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Îbrehîm El-Maşî yê ji pêkhateyê ereb derbarê girîngiya partiya xwe got ku partiya wan bi armanca dagirtina valatiyê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: "Di Sûriyê de ji destpêka aloziya Sûriyê valatî heye. Lewma partiya me li gorî berjewendî û derfetên demê hatiye avakirin. Di partiya me de endamên ji hemû pêkhateyan cih digrin."

El-Maşî, her wiha destnîşan kir ku ew li avakirina Sûriyaya Pêşerojê ku mafê hemû pêkhateyan biparêze dinerin û wiha domand: "em jo bo avakirina Sûriya geş ku hemû pêkhateyên wê wekî malekê tê de jiyan dikin, dinerin."

Endamê partiyê Sabit Xelîl Daban ê kurd jî derbarê armanca partiya wan ev tişt anî ziman: "Armanca partiya me ew ku dengê gelê Sûriyê bighîne hemû qadên navdewletî û cihê xwe di çareserkirina aloziya welat ku ev çend sal in didome."

Sabit, her wiha bal kişand ser rola jinan di pêşxisitna civakê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca me wekî partî avakirina Sûriyaya pêşerojê ku hemû pêkhate wekî birat bi hev re tê de jiyan dikin."

Endamê partiyê Fîras Hemo yê turkmanî jî destnîşan kir ku partiya wan partiyek siyasî ya gel e û wiha dom kir: "Hemû pêkhate di partiyê de cih digirin. Partiya me ji bo hemû civaka Sûriyê ji bandora şer xilas bike, her wiha wêraniya pêk hatiye xilas bike, hatiye avakirin."

Partiya Sûriyaya Pêşerojê di 27'ê Adara derbasbûyî de Kongreya xwe ya damezirîner li bajarê Reqayê bi diruşmeya " Sûriya pireng ne navendî û demokratîk" lidar xist.

(dc)

ANHA