′Armanca me ew e Kurd cihê xwe di parlementoya Lubnanê de bigirin′
Seroka Weqfa Jinê ya Çandî û Civakî ya Lubnanê, Endama Yekîtiya Jinên Lubnanê û Endama Komîteya Parastina Mafên jinê Henan Osman da zanîn ku armanca ji serkeftina di hilbijartinên parlementoya Lubnanê de ew e ku Kurdên Lubnanê cihê xwe di parlementoya Lubnanê de bigirin û mafê jinê were parastin.

NAVENDA NÛÇEYAN
Henan Osman ku dê wek nûnera gelê Sunî beşdarî hilbijartinên parlementoya Lubnanê bibe, derbarê bernameya hilbijartinan de ji ANHA′yê re axivî. Dê hilbijratinên parlementoyê 6′ê Gulanê bêne lidarxistin.
Henan diyar kir ku ji ber taloqkirina hilbijartinên parlementoya Lubnanê, valabûneke siyasî û parlemanî li Lubnanê rû da û wiha axivî, ″Partiyên Lubnanî li ser pêkanîna hilbiratinên parlementoya Lubnanê ku tenê bi beşdariya nûnerên partiyan were lidarxistin, li hev kirin. Lê ev sîstem xizmeta partiyên siyasî yên ku gel talan dikin û hemû kiryarên binpêkirinê didin meşandin, dike. Ev yek dihêle gelek pirsgirêkên hundirîn di civaka Lubnanê de rû bidin.″
Li Lubnanê aloziya aborî
Henan diyar kir ku civaka Lubnanê (taybet gelê Kurd ê Lubnanê) rewşeke aborî ya dijwar dijîn û wiha domand, ″Gelê Lubnanê bi hemû pêkhateyên xwe rewşeke aborî ya dijwar dijî. Di vî warî de pêdiviya lezgîn a guhertinê heye.″
Gelê Kurd beşek ji civaka Lubnanê ye
Henan da zanîn ku ew ji bo mafê gelê Kurd ê li Lubnanê dijî têdikoşe û wiha got, ″Gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî siyasetên qirkirina çandî û fîzîkî hatin, ji ber vê yekê neçar man ku koçî dewletên derdorê wekî Lubnan, Urdun, Misir û gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn kirin. Li Lubnanê gelek malbatên Kurd di warên civakî û aborî de roleke girîng di civaka Lubnanê de lîstin. Van malbatan ji bo serxwebûna Lubnanê jî xebateke girîng dan meşandin. Lê gelek Kurdên Lubnanê mafê welatiyê wernegirtine û rewşeke aborî ya dijwar dijîn. Her wiha mafê wan nîne ku di saziyên hikûmetê de bixebitin.″
Gelek projeyên me yên xizmeta civakê hene
Henan diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de daxwaza beşdariya nûnerên gelê Kurd ê Lubnanê di parlementoyê bikin, taybet piştî serkeftinên mezin ên ku gelê Kurd ê Bakurê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyîê li dijî DAIŞ′ê bi dest xistî. Her wiha got ku ew ê daxwaza guhertina zagonên ku cûdahiyê dixin navbera pêkhateyên Lubnanê de, da pirsgirêkên civakî bêne çareserkirin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê xebatên parastina hawîrdorê bidin meşandin.
Parastina mafê jinê projeyeke bingehîn e
Di dawiya axaftina xwe de Henan destnîşan kir ku piştî serkeftina di hilbijartinan de, projeya wan a bingehîn sînordarkirina tundiya li dijî jinê û wiha got, ″Jina Lubnanê rastî gelek cûreyên tundiyê tê. Divê rûdan sînordar bibe û kesên mafê jinê binpê dikin, divê bêne darizandin. Her wiha Divê jin bikaribe mafê welatiyê werbigire.″
(mm)