'Fikirê Ocalan bi rumet e, divê azad bibe'

Şêniyên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku Ocalan xwedî fikrê Netewa Demokratîk a bi rumete û dane zanîn ku Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn tekoşîn dike, lewma divê azad bibe.

'Fikirê Ocalan bi rumet e, divê azad bibe'
4 gulan, 2018   07:02

HÊZA HESEN-SEMÎRA DAWID / KOBANÊ

Dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji beriya çend salan ve bê navber didomîne û rê nade ku parêzer û malbatên Ocalan serdana wî bikin.

Welatiyên Kobanê derbarê mijarê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku Ocalan xwediyê fikrekî bi rumete û divê di zûtirîn dem de azad bibe.

Welatiyê bi navê bi navê Ibrehîm Ehmed derbarê mijarê axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em ji rêxistinên mafê mirovan û NY û dixwazin ku rewşa tenduristî ya Ocalan diyar bikin. Ka qanûnên navdewletî derbarê binpêkirinên mafê mirovan li kur e."

Jina bi navê Zelîxe Ibrehîm jî derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixwaze gel kurd tune bike û ev tişt anî ziman: "Bi tecrîda li ser Rêber Ocalan û êrîşa wê ya li ser Şoreşa Rojava êrîşî îradeya gelê kurd dike. LÊ bela dewleta Tirk baş zanibe ku ew çi bike wê me dûrî nehcê Ocalan nexe."

Welatiyê bi navê Silêman Silêman jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got ku tecrîd karekî ne exlaqîye û ev tişt anî ziman: "Çawa nahêlin ku malbat û parêzer bi rêbertiyê re hevdîtin pêk bîn in. Ocalan xwedî fikrê Netewa Demorkatîk divê azad bibe."

Jina bi navê Emîna Daban jî derbarê mijarê de got ku ji mafê Rêber Ocalan e ku parêzerên xwe û malbata xwe bibîne û ev tişt anî ziman: "Kanî rêxistinên mafê mirovan divê derbarê rewşa Rêber Ocalan de destwerdanê bikin. Ocalan xwediyê fikirekî bi rumet e divê azad bibe. Ew xwediyê sîstema Netewa Demokratîk ku tekane riya çareseriya hemû kêşeyên Rojhilata Navîn e. LEwama divê azad bibe."

Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku piştgiriya Rêberê Gelê Kurd Abduhal Ocalan bikin û li dijî siyasetên faşist ên dewleta Tirk derkevin û ev tişt anî ziman: "Divê Rêber Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe."

Welatiya bi navê Ebîr El-Casim jî derbarê mijarê got ku Rêber Ocalan xwediyê felsefeya azadiya jinê ye û kesayeta jinan li wan vegerand û ev tişt anî ziman: "Ocalan mafê me jinan û hêza wê vegerand. Di qadên şer de bûye xwedî rol. Divê di zûtirîn dem de rewşa Ocalan were diyarkirin û tecrîd were rakirin."

(dc)

ANHA