Reşo Hesekê….çîroka têkoşer azadiyê

Ji şoreşê rojekê ne dûr bû, her amade bû xizmeta welat bike, li hemberî zor û zehmetiyan bê tirs û xof bû û xwe dida ber. Bi henaseya xwe ya dawiyê re wiha got:‟Çima xemgînî, ez niha li kêleka te me, piştî çend kêliyan ez biçim gel hevalên xwe yên şehîd”.

Reşo Hesekê….çîroka têkoşer azadiyê
4 gulan, 2018   04:20

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Kêm peyv dikarin cangoriyên bi hêviya azadiyê canê xwe feda dikin, pênase bikin. Şehîd her bêhna azadiyê dikin û gelê wan bi wan serbilinde.

Gelek welat di dîrokê de bi şehîdên xwe têne naskirin, Kurdistan jî yek ji van welatane. Li Kurdistanê jî şehîd bi gelê xwe re dilsozin û bingehê pêşeroja welatê xwe xîz dikin.

Bedran Elî (Reşo Hesekê) yek ji cangoriyên ku di jiyana xwe de leheng bû. Sala 1992`an li bajarê Heseke yê herêma Cizîrê ji dayîk bûye û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Aboriya malbata Reşo li ser cotkariyê ye û her çandinî xemla jiyana wan e.

Têkoşer Reşo heyanî dibistana navîn dixwîne û ji bo alîkariya bavê xwe bike, dev ji dibistana xwe berdide. Malbata wî ne razî ye ku ew dev ji dibistanê berde lê bele ew israr dike berî ku bi xwe bifikire alîkariya malbata xwe bike.

Ew destpêke bi bavê xwe re çêkirina ceyrana malan fêrdibe, piştre li xwaringehan dixebitê û herî dawî bi zarokên apê xwe re di tamîrkirina erebeyan de dixebitê.

Têkoşer Bedran Elî esmere û her kes bi navê Reşo bang li Bedran dike. Ew destpêke Tevgera Ciwanên Şoreşger dinase û tevlî wan dibe. Dev ji karê xwe yê tamîrkirina erebeyan bernade û li gel Ciwanên Şoreşger jî xebatên rêxistinî dike.

Sala 2012`an Reşo û gurûpek ji hevalên xwe tevlî Hêzên Parastine dibin. Bi roj û şev li ser bendên kontrolê taxên xwe diparêzin û sala 2013`an tevlî YPG`ê dibe.

Li hemberî çeteyan şer dikin

Gurûpên çeteyan ji bajarê Serekaniyê heyanî gundên Dêrika Hemko êrîş dikin. Reşo û hevalên xwe eniya li gundê Alok ê Serekaniyê li hemberî çeteyan şer dikin. Roja 16`ê îlonê 2013`an Reşo di şer de giran birîndar dibe û şehîd dibe.

Bîranînên şehîd Reşo

Bi destpêkirina şoreşê re Reşo nikare şoreşê paşguh bike û tenê guh bide berjewendiyên xwe. Her çiqasî malbat hewldide ku ew bixwîne û meheke pey wî dikevin ku dibistana xwe berdewam dike ew bi van gotinan helwestê xwe diyar dike û dibêje:‟ Bi dibistanê rejîmê re kî çi kir heyanî em jî wê bikin”.

Li ser tevlîbûna şoreşê israr dikir

Dayîka şehîd Reşo Şêrîn rojên Reşo yên şoreşê wiha bibîranîn:‟ Rojeke havîne Reşo hat malê, min jê re got xaltîka te gotiye tu tevlî meşan dibe, gelo ev yek raste? Reşo ji min re got:‟ Ez bawerim xaltîka min xortekî bi ser min ve diçe, dîtiye”. Reşo her tevlî meşan dibû û min çiqasî ez wî ji meşan dûrbixînim wî israr dikir”.

Parastina welat xeyalê Reşo ye

Reşo ji dayîka xwe venaşêre û jê re dibêje ez ê tevlî hêzên leşkerî bibim, ew bi daxwaza xwe ji malê vediqete û tevlî şoreşê dibe.

Hevriyê wî Şiyar ê ku bi hev re nobedariyê dikin ji bo şehîd Reşo wiha dibêje:‟ Me tenê du saetan nobedarî dikir û em diçûn me xew dikir, şehîd Reşo ne mîna me bû û şûna hevalên xwe heyanî sibehê nobedarî dikir”.

Berî ku şehîd bibe

Rûstem rojên wî yên dawiyê wiha vedibêje:‟ Dema ku êrîşa çeteyan dest pê kir ez û heval Reşo em bi hev re çûn gundê Alok ê Serekaniyê. Em saet 20:00 gihîştin ciyê xwe û piştî nîv saetê şer dijwar bû. Heval Reşo di riwê xwe de birîndar bû û hevalan wî rakirin maleke gund, hevalan wî derman dikir dema ez çûm gel wî, li min nêrî û got:‟ Heval Rûstem tu çima xemgînî, ez niha li kêleka te me û piştî çend kêliyan ez ê biçim gel şehîd Delîl û şehîd Şerîf”.

Hevriyên Reşo wî radikin nexweşxanê û hîna negihîştiye nexweşxanê şehîd dibe.

(np)

ANHA