'Erdogan ji tirsa siyasetên xwe hilbijartinên pêşwext ragîhand'

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Xerîb Hiso diyar kir ku biryara hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê ji ber tirsa Erdoga ji  siyasetên xwe yên dîktator pêk hatiye. Hiso, her wiha siyasetên Rûsiya yên di Sûriyê de rexne kir.

'Erdogan ji tirsa siyasetên xwe hilbijartinên pêşwext ragîhand'
4 gulan, 2018   04:09

SÎMAV XELÎL/ŞEHBA

Hevserokê Buroya Têkiliyên giştî ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD)Xerîb Hiso li ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker û tirkirina nasnameya kantona Efrînê û têkiliya wê bi hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê ji ajansa me re axivî.

Hiso da zanîn hilbijartinên pêşwext di encama tevlîheviya siyasetên dewleta Tirk ên li hindir û derve pêk hatiye û wiha dom kir: "Ew di encama siyasetên Erdogan ên dîktator pêk hatiye. Erdogan ji tirsa ku derbeyeke siyasî di encama siyasetên xwe de bixwe hilbijaritnên pêşwext ragîhand. Lewma dixwaze bighêje dewreyeke nû ya serokomariyê beriya pîlanên wî hilweş in. Ev hilbijartinên ku wê di dema rewşa awerte de werin lidarxistin ne rewan e. Ji ber divê hilbijartin di rewşeke azad û demokratîk de werin lidarxistin. Erdogan hewl dide ku ferseta rewşa awerte ya heyî j bo sextekariya hilbijartinan bikar bîne. Wiha jî muxalifên xwe dûr dixe."

Hiso, her wiha siyasetên Rûsiya yên di Sûriyê bi giştî û di Efrînê de bi taybet bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Helwesta Rûsiya di xaka Sûriyê de şerme, li şûna ku rola hewldanên çareseriyê bilîze, bû aliyek di aloziya Sûriyê de, bi taybet bi rê dayîna Tirkiyê ku herêmên Bakurê Sûriyê û Efrînê dagir bike. Wiha jî aloziya li Sûriyê kortir kir."

Hiso, her wiha destnîşan kir ku Rûsiya ji bo berjewendiya xwe ya bazirganiyê bi Tirkiyê re itîfaqan li ser Sûriyê lidar dixe û wiha pê de çû: "Ev rewşa li Sûriyê xeter dike. Her wiha rê ji Tirkiyê re vekirin ku demografiya Efrînê û herêmê bide guhertin. Ev jî dibe sedema ku temenê komên çete yên wekî DAIŞ, Nusra û komên din dirêj bibe."

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku siyasetên Rûsiya li Sûriyê dû alî pêk tê û ev tişt anî ziman: "Ji aliyekî ve piştgiriya rêjîma Sûriyê û Îranê dike, ji aliyê din jî piştgiriya Tirkiyê û komên çete yên radîkal dike. Ev siyaseta dualî ya Rûsiya nîşan dide. Ev diyar dike ku Rûsiya çareseriya aloziya Sûriyê naxwaze, lê belê armanca wê berjeweniyên xwe biparêze û hêza xwe di herêmê de mezin bike."

(dc)

ANHA