Malbatên Şehîdan rûxandina goristanên şehîdan şermezar kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Efrînê şermezar kirin û got: ″Ev ji tevahî cîhanê re dibêjin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û gelê xwe ji zulmê rizgar bikin.″

Malbatên Şehîdan rûxandina goristanên şehîdan şermezar kirin
3 gulan, 2018   14:37

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bersiv da rûxandina goristanên şehîdan ên Efrînê ji aliê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve. 

Daxuyanî wiha ye:

″Gelê Kurdistanê ji bo parastina nirxên civakê, hevgirtin û azadiya gelan, bi hezaran şehîd dan. Li hember vê yekê dewleta Tirk a dagirker hemû exlaq û zagon binpê kirin û li dijî gelê me şer ragihand.

 Piştî ku dewleta Tirk Kantona Efrînê dagir kir, dilê wê rihet nebû û dest bi rûxandina goristanên şehîdan kir. Bi vê yekê dewleta Tirk ji cîhanê re îsbat kir ku ew tu nirxên mirovahî, exlaqî û olî nizane.  

Em kiryarên dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe li ser esasê felsefeya Rêbertiyê bidomînin, gelê xwe ji zulmê rizgar bikin û neteweya demokratîk ava bikin.

Banga me tevahî mirovahiyê û rêxistinên mafên mirovan ên NY re heye ku van kiryarên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê rawestînin. 

Em li pişta gelê xwe yê Efrînê ne. Wê dilên me her dem bi hevre lêbidin û em ê civaka ava bikin.″

(mm)