Jiyan li bajarê Reqayê geş dibe

Li Reqayê piştî ku dukanên bazirganiyê têne vekirin jiyan geş dibe û tevgera li sûkên bajêr zêde bide.

Jiyan li bajarê Reqayê geş dibe
Jiyan li bajarê Reqayê geş dibe
Jiyan li bajarê Reqayê geş dibe
Jiyan li bajarê Reqayê geş dibe
2 gulan, 2018   11:08

EMAR EL-XELEF / REQA

Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Reqayê di 17`ê Cotmehê de bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Ji ber şerê ku li bajar hebû bi hezarên şênî koçberî kamp û bajarên dîtir ên bakurê Sûriyê bûn.

Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo gelê Reqayê yên neçarî koçberiyê bûne vegerin warê xwe destbi amadekariyan kir û heta niha 140 malbatên koçber vegeriyane bajarê xwe Reqayê.

Tevger li bazarên bajarê Reqayê zêde bûye, gelek dukanên cilûberg, madeyên xwarinê, sebze, alavên mutfaxê, alavên ceyranê, firin, û her wekî din hatin vekirin.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Reqayê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û gotin ku piştî Meclîsa Sivîl a Reqayê bajar ji bermahiyên şer baqij kir û riyên sereke hatin vekirin wan dest bi vekirina dukanên xwe kirin. Her wiha şêniyan diyar kirin ku li bajarê Reqayê ewlehî û aramî heye û şênî li bajarê xwe vedigerin. Şêniyan bang li her kesî derveyî bajar kirin ku li warê xwe vegerin.

(bx)

ANHA