Zarokên ku di encama teqînê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndaran bûne hatin naskirin

Nasnameyên 3 zarokên ku di  di encama teqînê li Pira Spî de jiyana xwe her wiha ji birîndaran ji navên 7 zarokan hate zanîn.

Zarokên ku di encama teqînê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndaran bûne hatin naskirin
Zarokên ku di encama teqînê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndaran bûne hatin naskirin
Zarokên ku di encama teqînê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndaran bûne hatin naskirin
Zarokên ku di encama teqînê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndaran bûne hatin naskirin
Zarokên ku di encama teqînê jiyana xwe ji dest dan û yên birîndaran bûne hatin naskirin
2 gulan, 2018   11:23

HESEKÊ

Îro saet di 11: 45‘an de li nêzî Pia Spî ya dikeve başûrê rojavayê Hesekê bombeyeke bi komeke zarokan ve teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin girtin, zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ev in" Hemûd Ehmed El-Hisên (6), Salihd El-Şihade (10) û Mûna El-Sadiq (10)

Birîndar jî ev: Hisên Ehmed (6), piyê wê yê rastê hate jêkirin, Mehmûd El-Xidir (12) parçe derbasî mejiyê bûn, Hacer Ehmed (11), Macid El-Hisên (10), Xewla Ebid Selmo (13) û Rîm Şihadê (15) û nasnameyê zarokê din nehat zanîn.

Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa birîndaran xeter e.

(bb)

ANHA