Em çima ji bo berjewendiyên Tirkiyê bimrin?

Bi destkeftiyên QSD`ê dawî li xeyalên Erdoxan û hikûmeta wî anî, her wiha têkbirina çeteyên DAIŞ`ê jî ji bo Tirkiyê derbeyeke mezin bû niha jî di nava çeteyên girêdayî Tirkiyê parçebûn çêdibe û gelek ciwanên ji aliyê Tirkiyê ve hatine xapandin ji çeteyan vediqetin.

Em çima ji bo berjewendiyên Tirkiyê bimrin?
Em çima ji bo berjewendiyên Tirkiyê bimrin?
Em çima ji bo berjewendiyên Tirkiyê bimrin?
2 gulan, 2018   10:39

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Em çima ji bo berjewendiyên Tirkiyê dimrin? Gelek ciwanên ku ji aliyê Tirkiyê bi pere hatibûn xapandin û tevlî çeteyên girêdayî Tirkiyê bibûn vê pirsê ji xwe dikin. Tirkiyê bi gelek çîrokên mîna em ê xaka we ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin, ciwan xapandibûn û ew tevlî xwe kiribûn. Di rastiyê Tirkiyê jî mîna çeteyên DAIŞ`ê xaka Sûriyê dagir kir.

Niha jî di encama polîtîka Tirkiyê li ser gurupên çeteyan da meşandin li herêma Babê, Cerablus, Ezaz, El-Raî û Idlibê di navbera çeteyan de nakokî hene û şer diqewimê.

Li herêma Babê, Cerablus, Ezaz, El-Raî û Idlibê di encama mayîna Tirkiyê û gurûpên çete û kiryarên wan li wan herêman aramî û ewlehî nîne. Sivîl li beramberî pere têne revandin, mal û mulkên gel têne talankirin, li ser bendên kontrolê yên danîne her pere ji gel distînin û herî dawiyê destbi firotina madeyên hişbir û organên mirovan kirine.

Sivîl û ciwanên van herêman jî ji aliyê Tirkiyê û gurupên çeteyan ve têne xapandin, soz didin wan ku miqdarekî pere yê zêde bidin wan û wan didin bikaranîn. Pişt ku ciwan tevlî wan dibin rastiya Tirkiyê û gurupên çeteyan dinasin.

Yek ji kesên ku tevlî gurûpa çeteyan bûye çeteyê bi navê Eymen Teysîr Silêman e. Bi riya çavkaniyên ji herêma Babê ajansa me ANHA`ê têkildarî Eymen Silêman gihîşte agahiyan.

Eymen Teysîr Silêman bi aslê xwe Filistîne ye û temenê wî 40 salî ye. Malbata Silêman sala 1948`an derbasî herêma Babê dibin û ew li Babê ji dayîk dibe. Silêman tevlî gurûpa Mehmûd El-Teyîb a girêdayî Sultan Murad dibe.

Li bajarê Babê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam ku serçeteyê wan Seyîf El-Emîne û Sultan Murad de şer diqewimê, di encamê de Silêman ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve tê revandin. Çeteyên Ehrar El-Şam 10 rojan bi awayekî hovane Silêman işkence dikin û dawiyê wî bi işkenceyê dukjin. Piştî 53 rojan jî cenazeya Silêman li derdora bajarê Babê tê dîtin. Li gorî agahiyên çavkaniyan dan li ser riwê Silêman şopên bikaranîna madeyên kîmawî hebûn.

Hejmara çeteyên ji Tirkiyê diveqetin zêde dibe

Gelek ciwan ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyan de yên hatine xapandin û tevlî wan bûne, xwe dighînin Hêzên Şoreşger, Meclîsa Leşkerî ya Minbic û QSD`ê. Di nava kesên ji gurûpên çeteyan diveqetin serçete jî hene. Hejmara kesên ku ji gurupên çeteyan veqetiyane heyanî niha gihîştiye 250 kesî.

Ciwanên Dêra Zorê û Reqayê yên bi xapandine tevlî çeteyên Tirkiyê bibûn dibêjin Tirkiyê em ji bo berjewendiyên xwe bikartanîn.

Mijdara 2017`an 250 çeteyên ku tevlî gurûpên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê bibûn îlan kirin ku ew ji gurupên çeteyên Tirkiyê veqetiyane û tevlî Hêzên Şoreşger ên Şehba bûne. Di hezîrana 2017`an de jî serçeteyekî bi navê Iwêd Ebû Seqir jî veqetiya û herî dawî di navbera 20 rojan de 250 çete ji Tirkiyê veqetiyan û tevlî QSD`ê bûn.

Navê çeteyên veqetiyan

Mêr û ciwanên Dêra Zorê yên ji çeteyên Tirkiyê veqetiyan navê wan wiha ye:

( Cemîl Hisên El-Hisên, Meitez Hisên El-Şerîde, Beşar Mihemed Yasir Derwîş, Malik Xalid Idrîs û hevjîna wî, Mehmûd Mihemed, Xelef Eyaş El-Reyaş û hevjîna wî û zaroka wî ya 2 mehî).

ji Reqa û Tebqa jî yên veqetiyane navê wiha ye: (Mehmûd Ehmed Merî, Abdul El-Henan Hemîd El-Şêx, Ehmed Ibrahîm Heco, Abdulrehman Xelef Necim Şab û Ehmed Mihemed Cûma).

Ji herêma Babê Ibrahîm Ehmed Çemo, ji Idlibê jî Mehmûd Ehmed Merî, Mihemed Ehmed Himsî, Nebîh Mihemed Xezal, Abdulwehab Ehmed Meşail, Şadî Abdullah El-Kerîm hac Mihemed û Elai Hemûd El-Selûm.

(np)

ANHA