Fermandarekî QSD: Pêngav dê koordîneya koalîsyonê û Hêzên Iraqê berdewam bike

Ji Fermandarên QSD‘ê Haşim Mihemed destnîşan kir ku Pêngava Bagera Cizîrê bi koordîneya koalîsyona navdewletî û beşdarbûna hêzên Îraqê dê dewam bike.

Fermandarekî QSD: Pêngav dê koordîneya koalîsyonê û Hêzên Iraqê berdewam bike
2 gulan, 2018   07:42

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê, Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê ji bo demekê rawestandibûn û şervanên wî beşdarî "Berxwedana Serdemê" bibûn. QSD‘ê duh bi daxuyaneyek çapemeniyê ragihand ku pêngava dê cardin berdewam bike.

Ji Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di heman demê de fermandarê pêngavê ye Haşim Mihemed mijarê ji ajansa me re axivî.

Ji ber rawestandina pêngavê DAIŞ cardin zindî bû

Haşim Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di encamên lihevkirinên Rûs û Tirkiyê guhertinên demografî li Sûriyê çêdibin û got, "Ji wan lihevkirinan li beramberî dagirkeriya Efrînê çete ji Xûtaya Rojhilat werin derxistin."

Mihemed bal kişand ku artêşa Tirk a dagirker bi her cûre çekên giran êrîş anîn ser Efrînê û komkujî li dijî sivîlan anî anîn, û wiha dom da axaftina xwe," Ji ber kiryarên dagirkeran Pêngava Bagera Cizîrê hate rawestand,  da ku şervanên pêngava beşdarî Berxwedana Serdemê bibin û li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê bisekinin."

Haşim Mihemed diyar kir ku ji ber rawestandina pêngava çeteyên DAIŞ‘ê cardin derketin û got, "Rawestandina Pêngava Bagera Cizîrê rê ji DAIŞ re vekirin ku careke din xwe bi rêxistin kir, di demên dawî de gelek êrîş anîn ser nûqteyên şervanên me."

Pêngava bi koordîneya Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Îraqê dê berdewam bike

Haşim Mihemed anî ziman ku Pêngava Bagera Cizîrê dê bi koordîneya Koalîsyona Navdewletî û beşdarbûna Hêzên Iraqê dewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Di daxuyaniya ma ya duh ya temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê de, me ragihand ku pêngav dê koordîneya Koalîsyona Sûriyê û Hêzên Iraqê dewam bike. Bargehên çeteyên DAIŞ‘ê li nêzî Sûriyê – Iraqê hene, DAIŞ bi riya van bargehan hewl dide êrîşî Sûriyê û Iraqê bike,  ji ber vê yekê me bi hêzên Iraqê koordîne kir."

Haşim Mihemed di dawiya axaftina xwe de Haşim Mihemed got, "Em ê DAIŞ‘ê li herêmê bişkînin. Em ê hemû herêmên ku bi saya şehîdan hatine rizgarkirin, biparêzin."

(bb)

ANHA