Li Kobanê ji ber lehiyê zarokek xeniqî

Li yek ji taxên bajarê Kobanê lehî rabû û zarokek xeniqî.

Li Kobanê ji ber lehiyê zarokek xeniqî
2 gulan, 2018   07:16

KOBANE

Li bajarê Kobanê duh baran zêde bariya, lehî rabû û golên avê li hindek herêman çêbûn. Di encama wê de zarokê bi navê Sair El-Nafei (13) yê ji gundê Xidir Becî yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê xeniqî.

Malbatê Sair El-Nafie piştî rojekê cenazeya wî dîtin.

(bx)

ANHA