TEV-DEM ji ber şehadeta Xalid Kûtê sersaxî xwest

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê ji ber şehadeta Endamê Meclîsa Giştî ya PYD‘ê Xalid Kûtê peyama sersaxiyê weşand û soz da ew ê şopdarê xeta Xalid Kûtê bin.

TEV-DEM ji ber şehadeta Xalid Kûtê sersaxî xwest
2 gulan, 2018   08:17

NAVNEDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber şehadeta Endamê Meclîa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê ku duh di encama teqîna mayînekê de şehîd bû peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamên de wiha hate gotin:

‟Li hemberî berxwedaniya gelê me ya li dijî terorê, di serî de rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê, her wiha ji bo ku terora xwe ji cîhanê re tekez bikin mayînan li hemû tax, kolan û riyan datînin. Ev yek tê wateya tirs û binketinê ji ber vê yekê van kiryaran pêk tînin. Di encama dayîna mayînan de gelek sivîl û zarok şehîd bûn û herî dawî jî Endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Xalid Kûtê şehîd bû. Dema ku erka xwe ya welatparêzî pêk tanî di mala xwe de ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê gihîşt asta şehadetê. Şehîd Xalid ji malbateke welatparêz bû. Di sekna xwe a hevaltî û berxwedaniya xwe li hemberî dijmin de mînak bû û tevî hemû zor û zehmetiyan li hemberî hemû kiriyaran li ber xwe dida.

Em weke Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê bi şehadeta Endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Xalid Kûtî sersaxiyê ji gelê Kurd, tevahî gelê Bakurê Sûriyê  û her wiha PYD`ê û tevahî rêhevalên şehîd re dixwazin.

Em careke din soz didin dîrok û gelê xwe ku emê heta dawiyê li ser riya şehîdên bimeşin. Emê di riya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê hemû pîlanên dijmin têk bibin û dijminên xwe têkbibin."

(bx)

ANHA