Hewldanên Erdogan di herêma Erebî de rastî dîwarê Kendavê hat

Hewldanên Erdogan ên ketina herêma Erebî de ku di demên dawî de pêk hatiye, rastî gelek gavên ku Erebistana Siûdiyê û Misir rêveberiya wê dikin, tê. Her wiha hebûna Tirkiyê di hin welatên Rojavaya Erebî bûne mijara nîqaşan.

Hewldanên Erdogan di herêma Erebî de rastî dîwarê Kendavê hat
2 gulan, 2018   07:10

TIBQA

Siyasetên Serokomarê Tirkiyê Receb Erdogan bûn sedema ku di cîhana erebî, herêmî û navdewletî de bi tenê bimîne. Dewleta Tirk 400 salî welatên ereban dagirkirin û dagirkeriya xwe di demên dawî de jî bi gelek rêbazan dewam kir. Ji wan rêbazan êrîşa bazar û sûkên welatan, her wiha di riya dîziyên ku ekranên televiyzonên ereban tijî dikir. Armanc ji van gavan ew e ku sûka herêmê tijî bike. Her wiha bi vê yekê xwestin ku Tirkiyê ne wekî hebûna wê ya tê deye diyar bike.

Di aliyê din de di navbera Tirkiyê û YE de nakokî derketin. Nakokî li ser siclê xirab ê dewleta Tirk di mijara mafê mirovan  û gefên Erdogan a li ser welatên YE de. He rwiha di mijara koçberên Sûriyê de tirsandina welatên Ewropa. Li aliyê din jî nakokiya di navbera DYA de bi taybet derbarê rewşa Sûriyê.

Destwerdana Tirkiyê di xaka Sûriyê de zêde dibe û parçeyek fireh ji xaka Sûriyê û heman demê de parçeyek jî ji Mûsil jî dagir kirin. Gelek tevger ereban ku Erebistana Siûdiyê, Misr û Îmarat rêveberiya wê dike. Armanca ereban bi vê yekê derxistina Tirkiyê ji welatê ereban e.

Dewleta Tirk jî wekî Îranê dike û nakokiyên erebî-erebî yên hindirîn ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Di herdû salên derbasbûyî de têkiliyên ereb û tirkan sarbûnekê jiyan dikirin. Ev sarbûn bi taybet jî piştî dewleta Tirk a dagirker ku parçeyek ji xaka Bakurê Sûriyê dagir kiriye li pêş ketin.

Dewleta Tirk demek dirêj pîlan dikir ku derbasî xaka Bakurê Sûriyê bibe. Ev yek jî bi hevkariya di navbera wan û Erebistana Siûdiyê pêk dihat. Bi taybet di sala 2016'an de ev li pêş ket. Hewldanên wan rastî neqebûlkirina Rûsiya û Îranê ku dijminahiya Erebistana Siûdiyê dikirin hat. Dewleta Tirk di encamê de dewleta beşek ji xaka Bakurê Sûriyê dagir kir. Ev yek jî rastî ne razîbûna Erebistana Sûdiyê û welatên din ên Kendava Ereban hat.

Di destpêka aloziya Kendava Ereban de dewleta Tirk bi kurahî li aliyê Qeter’ê rawestiya. Dewleta Tirk hewl da, xwe wekî navbêynkarê di navbera Qeter û Welatên Kendava Ereban de binav bike. Lê belê ew nikare bibe navbêynkarek bê alî û rast.

Dema ku tevgera dewleta Tirk di destwerdana di herêma erebî de pêk dihat, sûkên welatên ereban tijî berhemên Tirkiyê bûn. Bi taybet jî li sûkên herêmî, bazirgan bi baldarî nêzî vê mijarê bûn.

Tevgera erebî ji bo dûrxistina Tirkiyê ji cîhana Erebî ji aliye siyasî û aborî destpêkir. Destpêkirina wê ji Wezîrê Karê Derve yê Îmarat Ebdulah Bin Zayîd dema li Tiwîter li ser Mîr Fexir El-Deyîn Paşa ku di sala 1916'an de dema malên Ehil El-Beyt Revandin û ew koçberî Şam û Istembolê kirin, navê wê koçberkirinê Sefir Belik hate kirin. Her wiha tekez kir ku Tirkan piraniya berhemên di pirtûkxaneya El-Mehmûdiye de dizîn û şandin Tirkiyê.

Bersivdayîna ereban li vir tenê ranewestiya, lê belê derbasî Erebistana Siûdiyê jî bû. Waliyê El-Ehid ê Siûdiyê Emîr Mihemed Bin Selman  Tirkiyê wekî parçeyek ji "Sêgoşeya Şer" li kêleka Îran û komên islamî yên tundrew di herêmê de binav kir. Ev li gorî rojnameya El-Şirûq a Misrê demek berê diyar kiriye. Sefareta Erebistana Siûdiyê li Enqerê jî ev tişt red kir.

Tevî Erbebistana Sûdiyê mijara ku li jor hate behs kirin red dikir. Lê koma MBC a Erebistana Siûdiyê weşana dîziyên Tirkî rawestandin. Rojnameya El-Nehar daxuyaniya koma MBC bi dest xist û weşand.

Ev gava koma MBC yek ji gav û pîlanên erebî ya ji bo derxistina Tirkiyê ji herêma Erebî û bê bandorkirina wê li herêmê ye. Ev gav bi taybet piştî ku pîlanên tirkiyê yên avakirina Imparatoriya Osmanî diriya bikara anîna nakokiyên erebî yên hindirîn li pêş ket.

Di civîna bilind a Ereban  ku li bajarê Dehran a Erebistana Sûdiyê hate lidarxistin, çapemeniya Erebistana Siûdiyê weşand ku serokên ereban dagirkeriya Tirk ya li ser Efrînê nîqaş dikirin. Ev yek jî hewldanên erebî eşkere diyar dike.

Di aliyê aborî de embargo li ser berhemên Tirkiyê hate kirin. Hikûmeta Mexrîbê di destpêka salê de baca ku li ser berhemên rêsî yên Tirkiyê û cilan heta 90 ji sedî bilind kirin.

Dûrxistina Tirkiyê ji cîhana Erebî hîn jî didome. Dibe ku di demên pêş de zehmet be dewleta Tirk û hevkarên wê di herêma erebî de hevkaran peyda bike. Dibe ku sûkên erebî li pêşiya Tirkiyê were girtin.

Ji ber van gavan jî lîreya Tirkiyê beranberî dolar dadikeve.

(dc)

ANHA