ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.05.2018
2 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir. 

*Partiya Sûriyeya Pêşerojê endam û rêveberên şaxê partiyê li Reqayê hildibijêre.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyê Kantona Girê Spî cenazeyê Endamê Meclîsa Giştî ya PYDʹê Xalid Kûtê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Serkeftinên QSDʹê li xweşiya Erdogan nehatin û ji bo pêkanîna armancên xwe li herêmê dike hincet.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteên wê neçar man malên xwe terik bikin û li gundê Til Qerah a herêma Şehbayê bi cih bibin, diyar kirin ku dema hêzên wan Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin, ewê vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

*Dewletên Ereban wekî Misir û Siûdî Erebistan li hember hewldana dewleta Tirk a destwerdana cîhana Ereban hişyar bûn.

POLÎTÎKA

*Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku heta niha besiva nameya ku wan ji NY, YE, rêxistinên hiqûqî, Human Rights Watch û Yekîtiya Ereban re şandiye ne hatiye dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 JIN

*Jina ji bajarê Tebqayê tevî hemû zulma û zordariya çeteyên DAIŞʹê li ber xwe da û tu carî radest nebû.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Şêniyên Efrînê yên di kampa Berxwedan de jiyan dikin, xwe li gorî jiyana komînal a hevbeş birêxistin kirine û di dema hemû cîhan bê deng in, li dijî zehmetiyan liber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyê bi navê Yasir Ebûş, di karê xwe de alavên herî besît bikar tîne, girêdana wî bi xaka wî û gelê wî ve xurte, carekê tenê jî ne fikirî koçberî derveyî welat bike, lê belê berxwedana heta dawî pejirand û qebûl nekir derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA