Hêvî Mustefa: Bersiva nameya me nedane

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku heta niha besiva nameya ku wan ji NY, YE, rêxistinên hiqûqî, Human Rights Watch û Yekîtiya Ereban re şandiye ne hatiye dayîn.

Hêvî Mustefa: Bersiva nameya me nedane
2 gulan, 2018   05:28

ŞERVÎN MUSTEFA / EFRÎN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê name ji NY, YE, rêxistinên hiqûqî, Human Rights Watch û Yekîtiya Ereban re şand û ji wan xwest ku di zûtirîn dem vegera welatiyên Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin bi misogeriya navdewletî were pêkanîn, hew wiha ji civaka navdewletî hate xwestin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk di xaka Sûriyê de derkevin. Armanca Rêveberiya Xweser ji nameyê ewe ku dengê welatiyên Efrînê bighîn in civaka navdewletî.

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Hêvî Mustefa derbarê mijarê ji ajansa me re axivî.

Hêvî Mustefa di destpêka axaftina xwe de got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan êrîşî Efrînê kirin û wiha dom kir: "Bi hezaran insan qetil kirin û ji warên wan derxistin. Di vê demê de civaka navdewletî bê deng bû û ji komkujiyên Artêşa Tirk û çeteyên wê ku derheqê welatiyên Efrînê pêk tanîn, tu helwest nîşan ne didan. Tevî bangên me yên ser hev û peyamên me şandin, her wiha daxuyaniyên hatine dayîn, lê cîhan û civaka navdewletî ji bê dengiya xwe derneket. Ji ber armanca Erdogan ew bû ku Efrînê dagir bike. Wiha jî yekîtiya xaka Sûriya binpê kir."

Hêvî Mustefa, di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Piştî em hatin kantona Şehbayê, me hêviyên xwe qut ne kirin. Me di aliyên leşkerî, siyasî û dîplomasî hwed de berxwedana xwe dewam kir. Em bi israr in ku em rastiya li ser erdê tê jiyankirin ji civaka navdewletî re derbixin. Rastiya ku Erdogan ji raya giştî ya cîhanê re û xwediyên biryarê re berûvajî dike emê eşkere bikin."

Hêvî Mustefa, her wiha da zanîn ku wan nameyek ji NY, YE, rêxistinên hiqûqî, Human Rights Watch û Yekîtiya Ereban re şandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nameyê de me got ku dewleta Tirk mafê gelê Efrînê binpê dike, komkujiyan pêk tîne. Pîlanên dewleta Tirk ên 7 salên derbasbûyî ji aloziya Sûriyê û guhertina demokrafîk pêk bîne ye. Bi vê yekê dixwaze tevlîheviyê di nava civaka Sûriyê de derbixe. Malbatên Xûta û Qelemûn ên Şamê tine û li Efrînê bi cih dike. Armanca wan ew e ku Sûriyê parçe bikin."

Hêvî Mustefa her wiha destnîşan kir ku heta niha aliyên name ji wan re hatine şandin bersiva wan ne dane û wiha dom kir: "Bê dengiya wan derbarê rewşa Efrînê hîn jî didome." Em hêvî dikin ku xwediyên biryarê erka xwe pêk bînin û rewşa Efrînê di ber çavan re derbas bikin."

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Hêvî Mustefa her wiha da zanîn ku divê alîkariya welatiyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê komîteyên şopandina rewşa Efrînê ava bikin. Raporekê derbixin û vegera welatiyên Efrînê misoger bikin. Binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, di ber çavan re derbas bikin."

(dc)

ANHA