Berxwedana li dijî koçberiyê wiha pêk tê!

Welatiyê bi navê Yasir Ebûş, di karê xwe de alavên herî besît bikar tîne, girêdana wî bi xaka wî û gelê wî ve xurte, carekê tenê jî ne fikirî koçberî derveyî welat bike, lê belê berxwedana heta dawî pejirand û qebûl nekir derkeve.

Berxwedana li dijî koçberiyê wiha pêk tê!
2 gulan, 2018   04:11

ZANA SEYÎDÎ / KOBANÊ

Koçberiya welatiyên Sûriyê bûye yek ji mijarên ku hemû cîhan dişopîne. Hin koçberên ku derketin derveyî welat di  nava pêlên avê de xeniqîn û xewnên wan di nava deryayê de man. Hin ji wan jî gihiştin armanêcên xwe û koçberî pêk anîn. LÊ hejmarek mezin ji ciwanên Sûriyê li ser xaka xwe man û koçberî qebûl nekin.

Hin ciwanên Sûriyê dibe ku pêwîstiya wan bi koçberiyê nîn be, lê hinên din wê riya xelasiya ji şer û zehmetiya jiyanê ji xwe re dibîn in.

Dibe ku hin kes pirs bikin çima koçberî pêk tê. Hin jî pirs dikin çima biryara koçberiyê ne girtin. Çima li welatê xwe ma û bi derfetên xwe yên herî kêm ên heyî pêdiviyên malbata xwe pêk tîn in.

Yek ji welatiyên bajaroka El-Qenaya ya Kobanê ji pêkhateyên erebe navê wî Yasir Erbûş e. Ji beriya çend salan ve dikanek xwe ya biçûk vekiriye û bûza tê de difroşe. Heta niha jî karê xwe didomîn e û di hemû şert û mercan de jiyana xwe didomîn e.

Yasir Ebûş derbarê mayîna wî ya li welat dibêje ku wî guh li derketina derveyî welat ne kiriye û ev tişt anî ziman: "Em bi şîr, şekir û berhemên din bûza amade dikim û di dikana xwe ya li ser kolana gistî ya bajaroka El-Qenaya de difroş im."

Ebûş, her wiha da zanîn ku ciwanên Sûriyê dikarin di avakirina welatê xwe de cih bigirin û riya koçberiyê wekî reva ji rewşa heyî pênase kir.

Rojane bi dehan welatiyên biçûk û mezin berê xwe didin dikana Ebûş û bûzayên bi rengên cûda jê dikirin.

(dc)

ANHA