Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê hat vekirin

Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Saziya Malbatên Şehîdan bi şahiyekê vekir. 

Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê hat vekirin
1 gulan, 2018   14:11

TEBQA  

Di şahiya vekirinê de, Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz, Hevserokatiya Meclîsa Rêveber, Rêveberiya Giştî ya Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Sûriyeyê, Rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan ên Kobanê, Minbic, Girê Spî û Reqayê, Yekîtiya rewşenbîran a Minbicê, Meclîsa Jina Sûrî û fermandarên QSDʹê amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîne Ebdulrezaq axivî û da zanîn ku armanca ji vekirina Saziya Malbatên Şehîdan pêkanîna pêdiviyên malbatên şehîdan e. 

 Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê jî got ku tu hêz nikare gelê me yê birêxistinkirî têk bibe.

Fermandarê QSDʹê Omîd Gabar jî soza parastina destkeftiyên şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê nû kir. 

Endamê Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyê Arif Umer jî destnîşan kir ku ev roj, rojeke dîrokî ye û soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Nûnerê Komîteya Malbatên Şehîdan  Reqayê, Meclîsa Jinê ya Tebqayê vekirina saziyê pîroz kirin. 

Piştî axaftinan, helbestvan Zehra Arden helbestek xwend û bal kişand ser fedekariya cangoriyên azadiyê ji bo xizmeta welat.

Helbestvan Ehmed Yûsif jî helbestek li ser şehîdan xwend. 

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeya ʺBi can bi xwîn em bi re ne şehîdʺ berz kirin. 

(mm)

ANHA