Şaredariya Gel a herêma Kesra ya Dêrazorê hat vekirin

Komîteya Xizmetê û Şaredariyan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Şaredariya Gel a herêma Kesrayê vekir.

Şaredariya Gel a herêma Kesra ya Dêrazorê hat vekirin
1 gulan, 2018   14:01

DÊRAZOR

Di merasîma vekirina şaredariyê de, endamên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Desteya Şaredarî û Hawîrdorê ya Kantona Cizîrê, Şaredariya gel a bajarokên Gebir û Besîra û Meclîsa Mala Jinê ya herêma Cezrat amade bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî, Cejna Kedkaran û  vekirina şaredariyê li gel pîroz kir. Her wiha diyar kir ku erka şaredariyê xizmeta civakê û pêkanîna pêdiviyên gel e. 

Hevserokên şaredariya herêma Kesrayê Henaa Mûsa û Xiyas Icêl jî axivîn, vekirina şaredariyê li gel pîroz kirin û gotin ku ji bo xizmeta gelê xwe, ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin. 

Şervanên QSDʹê bajaroka Kesra ya dikeve gundewarên rojhilatê Dêrazorê di Pêngava Bagera Cizîrê de rizgar kirin. 

(mm)

ANHA