YPGʹê nasnameyên 10 cangoriyên Berxwedana Serdemê diyar kir

Navenda Ragihandina YPGʹê nasnameyên 10 şervanên YPG/YPJʹê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir.

1 gulan, 2018   14:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Nasnameyên cangoriyan bi daxuyaniyekê hatin ragihandin.

 Daxuyanî wiha ye:

ʺÊrîşên dewleta Tirk a dagirker ya bi armanca dagirkirina Efrînê ku 20 Çileyê de bi hezaran çeteyên El Qaîde û teknolojiya herî pêşketî yê şer dabû destpê kirin bi şêweyên cûda didome, li hember vê berxwedana ku hatibû destpê kirin jî tê domandin. Li hember êrîşên dewleta dagirker ji alî hêzên me ve bi berxwedaneke bi heybet bersiv hate dayîn, di vê wateyê de berxwedana serdemê di hundirê Kantona Efrînê de bênavber berdewam dike.

Bi vê berxwedana ku li hember teknolojiya herî pêşketî hate raberkirin hêzên me hêza vîna mirov îspat kirin, bi vî awayî bi çeka xwe ya herî mezin, bi vîna xwe bê tereddud li hember dagirkeriyê sekinîn. 10 rêhevalên me yên ku em îro agahiyên nasnameyên wan bi raya giştî re parve dikin, weke gelek hevrêyên me yên nemir, destanên berxwedanê nivîsandin û ji pêşeroja welatê xwe re mîrateyên bi heybet yên berxwedanê kirin diyarî.

Em weke YPG û YPJ di şexsê van rêhevalên xwe de hemû şehîdên xwe yên berxwedêr bibîr tînin. Di serî de ji malbatê wan re ji hemû  gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Adil Amed

Nav û Paşnav: Sadik Soygikan

Navê Dayikê: Mûrwet

Navê Bav: Reşîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Dêwa / 12 Sibat 2018

****

Nasnav: Bager Firat

Nav û Paşnav: Ûmît Garli

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Abît

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Şêxutka / 14 Adar 2018

****

Nasnav: Bêrîtan Gabar

Nav û Paşnav: Hena Elûş

Navê Dayikê: Wefa

Navê Bav: Selîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Bilîlka / 1 Adar 2018

****

Nasnav: Esra Egîd

Nav û Paşnav: Hemîde Ertuç

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Abdulkerîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15 Adar 2018

****

Nasnav: Evrîm Amed

Nav û Paşnav: Nurten Varan

Navê Dayikê: Hûlya

Navê Bav: Necat

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 6 Adar 2018

****

Nasnav: Lîlav Kurtalan

Nav û Paşnav: Dîlan Ozmen

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / 4 Adar 2018

****

Nasnav: Rustem Cudî

Nav û Paşnav: Ferhan Nasir

Navê Dayikê: Radiya

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Minbic

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Bedîna / 3 Adar 2018

****

Nasnav: Sozdar Kobanê

Nav û Paşnav: Cîhan Kirbaka

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hekem

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Derwîş / 5 Adar 2018

****

Nasnav: Tekoşîn Tolhildan

Nav û Paşnav: Sultan Aybak

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Haci

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Girê Kefersefrê / 10 Adar 2018

****

Nasnav: Vejîn Azad Gabar

Nav û Paşnav: Bahar Dayan

Navê Dayikê: Sekna

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 8 Adar 2018ʺ