Kasibkarên Rojhilat dest bi çalakiya vedana kon kirin

Greva kasibkar û esnafên bajarê Rojhilatê Kurdistanê di roja 16’an de berdewam dike û dest bi çalakiya vedana kon kirin.

Kasibkarên Rojhilat dest bi çalakiya vedana kon kirin
30 nîsan, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Greva kasibkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Çalakiya ku destpêkê li bajarê Bane û Ciwanro destpê kir, belavî hemû bajar û navçeyên sînorê Rojhilatê Kurdistanê bû. Îro 16 roje kasipkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê, li hember girtina sînorên kasibkar û giraniya nirxê bac û gomrikê di nava çalakiyê de ne. Çalakvanan îro jî çalakiya xwe dewam kirin. Li bajarê Baneyê çalakvanan kon veda.

Çalakvan didin diyarkirin ku heya sînorên ji bo bazirganiya welatiyan neyê vekirin ew ê çalakiya xwe dewam bikin û dikan û bazarê jî venekin.

Her ku diçe hêrsa gel a li hemberî bêdengiya hikûmeta Îranê zêde dibe. Roj bi roj çalakî mezin û belavî deverên din dibe. Çalakvan dibêjin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û li ser şeqaman ranebin.