Li Efrînê di navbera çeteyan de şer derket

Gurûpek ji çeteyên bajarokê Darit Ize êrîşî gurûpa çeteyê bi navê "Kenan Leqaf" ê gundê Bablêt ê Efrînê kirin.

Li Efrînê di navbera çeteyan de şer derket
30 nîsan, 2018   09:46

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê agahî dan ku gurûpeke ji çeteyên bajaroka Darit Ize ya ku dikeve gundewarên rojavayê Helebê êrîşî gurûpa çeteyê bi navê "Kenan" ê li gundê Bablêtê yê Efrînê kirin. 

Li gorî çavkaniyan, çeteyên bajaroka Darit Ize xwestine bi vê êrîşê re gundê Bablêtê talan bikin. Piştî çend saetan ji êrîşê navenda Kenan Leqaf dikeve destê çetayan û kurê xwişka Kenan giran birîndar dibe. Kurê xwişka Kenan ku giran birîndar dibe radikin nexweşxaneyên Tirkiyê. Her wiha bi dehan çeteyên Kenan dîl dikevin destê çeteyên Darit Ize.

Çeteyên Kenan navenda xwe careke dîtir vedigerînin. Êlên El-Imêrat destwerdan dikin ku dawî li şerê di navbera her du aliyan de bînin, nikarin.

Piştî şerekî dijwar çeteyên Darit Ize nikarin têkevin gundê Bablêtê û paşve dizîvirin.

Çavkaniyan agah dan ku sala 2014`an teqîna li pêşiya navenda Rojnameya Ronahî û Ajansa Nûçeyan a Hawarê qewimî destê Kenan Leqaf tê de heye.

Her wiha çavkaniyan anîn ziman ku çeteyên ji gundê Bablêtê û Kokebe yên ku sîxûrtî ji rejîma Sûrî re dikirin niha sîxurtiyê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re dikin.

(np)

ANHA