Turnoveya futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" hate organîzekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê turnoveya futbolê li bajaroka El-Hizîma ya girêdayî bajarê Reqayê bi  navê şehîd "Umer Elûş" destpê kir.

Turnoveya futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" hate organîzekirin
Turnoveya futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" hate organîzekirin
Turnoveya futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" hate organîzekirin
Turnoveya futbolê bi navê "Şehîd Umer Elûş" hate organîzekirin
30 nîsan, 2018   09:34

 REQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo bîranîna Hevserokê komîteya Têkiliyên Giştî ya Dêplomasî a Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş yê ku di 15`ê Adara derbasbûyê de li ser destê gurûpeke çeteyan şehîb bû, duh turnoveya futbolê bi navê wî destpê kir.   

Turnove ji 10 tîmên ji bajaroka Hizêma û gundên girêdayî wê pêk tê, tîmên ku beşdarî turnoveyê bûne; Hizêma Rîcal, Beas Rîcal, kampa Eyn Îsa, El-Hikûmiya, Hizêma Şebab, Beas Şebab, Eyn Îsa, Hilû Ebid, El-Recim El-Ebiyed û  ji Reqayê jî tîma "Esdîqa Mehmûd in.

Maça yekemîn di navbera tîma Kampa Eyn Îsa û Tîma El-Hikûmiya bi beşdarbûna bi dehan welatiyan dest pêk hat. Di encamê de Tîma Kampa Eyn Îsa bi 9 nûqteyan li heramberî 2 nûqteyan ji Tîma El-Hikûmiyê re bi serket.

Turnove dê heta 10 Gulanê berdewam bike.

(bx)

ANHA