Li Hamayê êrîşek  pêk hat 38 kes mirin

Li bajarê Hama yê Sûriyeyê êrîş li baregeheke leşkerî hate kirin. Di encamê de 38 kes mirin.

Li Hamayê êrîşek  pêk hat 38 kes mirin
30 nîsan, 2018   05:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hama yê Sûriyeyê, li dijî tûgaya ku hêzên rejîmê û mûxafizên şoreşê yên Îranê lê bûn, duh bi şev saet 22'an êrîşek hate kirin.

Di dema êrîşê de depoya teqemeniyan a li baregehê teqiya û herî kêm 38 kes mirin, 57 kes jî birîndar bûn.

Ji ber teqînê, hate tespîtkirin ku erdhejek bi şîdeta 2.6 pileyî li herêmê rû daye. Nayê zanîn bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.