ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2018
30 nîsan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

*Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên kantona şehbayê û Efrîniyên ku Şehbayê dimînin, li dijî dagirkeryia Tirkiyê meşekê li dar dixin û axaftin têne kirin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanekî YPGʹê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, oxir dikin. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gel û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Yemama Ocan dikin. Saet 13.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanê Amerîkî Jake Klipsch ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir dikin.  Saet 09.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*MSDʹê ji bo nirxandina rewşa dawî ya herêmî û navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar dixe. Saet 11.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hiqûqnas dibînin ku dewletên herêmî wekî Rûsya û Îranê di siyasetên guhertina demografiya Kantona Efrînê de destek didin dagirkeriya Tirk. Bêdengiya navneteweyî jî dihêle ku dagirkeriya Tirk van kiryaran bidomîne û hemû zagonên navneteweyî binpê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 POLÎTÎKA

*Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêyî derbarê hevdîtinên li Ewrûpayê û danasîna Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê de, nirxandin kir.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê li ser esasê nirxên jiyana hevbeş têkoşîna xwe didomînin û ji bo Efrînê banga bilindkirina asta têkoşînê li tevahî gelan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Dosya Nuklerî ya Îranê bi alîkariya DYA dest pê kir. Hejmarek dewletên din jî ji bo pêşxistina bernameya nokletî ya Îranê de kar kir. Îran dibêje ku  ew bernameya xwe ya nuklerî ji bo mijarên aştiyane pêş dixe. Lê di rastiya xwe de armanca wê li dijî Îsraîlê bikar bîne. Herdû alî dixwazin bibin du hêzên mezin di Rojhilata Navîn de.

ANALÎZ

*Erdogan nikarîbû bi riya daxuyanî û hevpeymanên xwe tevahî Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Niha jî hewl dide bi riya hilbijartinên pêşwext ji aloziyên hundirîn derbas bike û binketinên xwe veşêre. 

CIVAK Û JIYAN 

*Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê plansaziya sererastkirina cihên xwedîkirina mirîşkan ê dikeve rojhilatê bajêr, danî pêşiya xwe da aboriya herêmê geş bibe.

*Sala xwendinê ya 2017-2018 ber bi dawiyê ve diçe û ev sala sêyemîn e ku li dibistanên Kobanê zimanê Kurdî tê xwendin. Malbatên şagirtan diyar kirin ku ev yek ji bo vejînkirina zimanê Kurdî gaveke serkeftî bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêveberiya Çandiniyê diyar kir ku ew dê deynê îsal bihêlin saleke din, pêwîstiyên salek din dê li gor şert û mercên wê demê nîqaş bikin. Cotkaran jî got ku taloqkirina deynan başe, lê salek din tov nedin wan ew nikarin erdê xwe biçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA