Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand

Berpirsa ji Bakurê Sûriyê gera xwe ya ji pênasekirina sîstema fedraliya Demokraîtk a ber bi Ewropa ve nirxand û ev tişt anî ziman: "Em dikarin bêjin ku vexwendina me erênî bû, ji ber me bi hemû hêza xwe sîstema xwe ya fedraliyê pênase kir û me armanca xwe ji vê sîstemê rave kir."

Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
Berpirsa ji Bakurê Sûriyayê serdana xwe ya Ewropa nirxand
30 nîsan, 2018   06:16

DICLE EHMED-ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Yekîtiya Suryanî ya Parlemantoya Ewropa şandeyk ji Bakurê Sûriyê vexwend da ku li pirojeya wan a fedraliya demokratîk, yasa û armancên wê ji bo gelê herêmê ku di vê sîstmê de ji yan bikin, pênas bikin.

Şandeya serdana Perlamantoya Ewropa kir ji kurd, ereb, suryan û êzîdiyan pêk dihat. Ev yekem care ku şandeyek Bakurê Sûriyê ji aliyê Parlemantoya Yekîtiya Ewropa tê vexwendin da ku sîstema ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş kirine, rave bikin.

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêyî ku di nava şandeyê de cih digirt derbarê serdana xwe ya Ewropa de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em ji aliyê Yekîtiya Suryanî ya Yekîtiya Eworpa hatin vexwendin, da ku em li civîna derbarê pirojeya Fedraliya Demokratîk hate lidarxistin amade bibin. Di civînê de li pirojeya me hate guhdarkirin û hate xwestin ku ji nêzîk ve were pênasekirin."

Merwa Dirêyî da zanîn ku mijarên herî zêde bûn mijara nîqaşê pênasekirina demokrasiya di nava fedraliyê de bû û wiha dom kir: "Her wiha rola pêkhateyan di nava fedraliyê de, ewlekarî û aramiya ku wê li Bakurê Sûriyê pêk hatiye, her wiha rêjeya mezin a koçberan ku niha li Bakurê Sûriyê hatine vekirin. Asta xwendinê ku li herêmê pêş ketiye û zimanên li herêmên Fedraliyê, rola jinan di hindirê fedraliyê de jî hate vegotin. Di heman demê de êrîşên li dijî pirojeyê têne kirin û hewldanên astengkirin û têkbirina wê ku têne kirin, jî hate vegotin."

Berpirs Bakurê Sûriyê û endama Şendeyê her wiha da zanîn ku serdana wan 5 rojan dewam kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me bi gelek kesayetên siyasî û aliyên navdewletî di vê çarçoveyê de nas kirn. Her wiha di dawiya civîna li Perlemantoya Ewropa de belge bi hemû zimanan hate amadekirin. Me bi hemû zimanan belge amade kirine, her wiha civîn di perlemantoya Yekîtiya Ewropa, Perlemantoya Holendî û Wezareta Derve ya Holendî hatin lidarxistin."

Merwa her wiha da zanîn ku ev vexwendina wan cara yekem li ser asta Perlemantoya Ewropa ji bo nîqaşa sîstema fedraliyê û guhdarkirina nerîna pêk hatiye û wiha dom kir: "Ev vexwendin di vê qonaxa ku herêm tê re derbas dibe, şer li tevahî herêmê heye, di navbera hêzên cîhanî di Sûriyê de nakokî tê jiyankirin.He wiha di heman dema ku li Bakurê Sûriyê aramî heye, ev di perlemantoya Ewropa de bû mijara nîqaşê, bi germî xwestin rewşa hemû pêkhateyên li Bakruê Sûriyê jiyan dikin."

Merwa di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku ev vexwendina ji wan re hatiye erênî ye û wiha dom kir: "Em dikarin pirojeya Fedraliya Demokratîk û armanca me ji vê pirojeyê baş pênase bikin. Em ê hêviyên xwe navên ser dewletên Ewropî ji bo serkeftina pirojeyê. Ev piroje hêviya gelê me esas digre. Hêviya me li ser esasê parstina gel û pêkanîna ewlekariyê ye."

Derbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî Merwa ev tişta anî ziman: "Me bê dengiya mezin a derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û dagirkirina wê bi wan re, nîqaş kir. me dosaya li ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wan ên li dijî miorvahiyê, ji kuştin, destdirêjî, koçberkirin û herwekî din bi belge û dîmenan ji wan re pêşkêş kir, da ku YE re pêkêş kir."

Li ser vexwendina Yekîtiya Suryanî ya Yekîtiya Ewopa şandeyek ji herêmên bakurê Sûriyê ku ji Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen, Hevsreoka Melcîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêyî, Hevserokê meclîsa Rêveber a Demezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Senherîb Bersûm, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Elîzabêt Goriyê, Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Hikimet Hebîb , Hevserokê meclîsa Rêveber a herêma Êzîdiyan û Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Fedrlaiya Bakurê Sûriyê Mihemed Taya ji Heleb di nîvê nîsanê de bi armanca pênasekirina sîstema fedrliyê û rewşa li herêmê berê xwe dan Ewropa.

(dc)

ANHA