Dosya nuklerî ya Îranê…Di salekê de mijara sereke bû-1

Dosya Nuklerî ya Îranê bi alîkariya DYA dest pê kir. Hejmarek dewletên din jî ji bo pêşxistina bernameya nokletî ya Îranê de kar kir. Îran dibêje ku  ew bernameya xwe ya nuklerî ji bo mijarên aştiyane pêş dixe. Lê di rastiya xwe de armanca wê li dijî Îsraîlê bikar bîne. Herdû alî dixwazin bibin du hêzên mezin di Rojhilata Navîn de.

Dosya nuklerî ya Îranê…Di salekê de mijara sereke bû-1
30 nîsan, 2018   04:10

Nuklerîya Îranê.. ji kur destpê kir û qonaxên tê re derbas dibe

YIHYA HEBÎB/NAVENDA NÛÇEYAN

Îran di Rojhilata Navîn de hêzeke bibandor e. Dixwaze hebûna xwe û hêza xwe di riya bikaranîna dosya xwe ya nuklerî di herêmê de pêk bîne. Di heman demê de hinceta ewlekariya xwe ya netewî û ya herêmî dike behane. Her dem bi israr dibêje ku Îsraîl jî xwedî çekên nuklerî ye. Ev yek jî ewlekarî û pêşeroja wê dixe xeterê. Bi vê yekê jî dîzenên hêzan û pêşbirke li ser çekdarkirinê dixe rojevê. Di vê dosya ku ji 2 beşan pêk tê em ê balê bikşîn in ser dosya noklerî ya Îranê û qonaxên tê re derbas bûye.

Dosya Nuklerî ya Îranê bi alîkariya DYA hate avakirin

Dosya Nuklerî ya Îranê di 50'yî ya sedsala 20'an de bi alîkariya DYA'yî hate avakirin. Ev di çarçoveya bernameya aştiyane ku Serokê DYA'yê Dwight D. Eisenhower di sala 1953'an de hate destpêkirin. Bi vê yekê riya nuklerî li pêşiya dewletên cîhanê hate vekirin. Ev yek jî di veguhestina teknulujiya Newewî de pêk hat.

Yekem itîfaqa noklerî di navbera Amarîka û Îranê de di sala 1957'an de pêk hatiye. Ev di sala 1960'yî de Îran yekem Bargeha Nukleî ji bo lêkolînan bi navê TRR hate bi hêza 5 Mêga wat hate vekirin. Zanîngeha Tehranê jî di sala 1967'an de navenda lêkolînên di sala 1967'an de wekî yekem navenda lêkolînê di asta herêmê de hate vekirin.

Îran peymana ne belavbûna çekên nuklerî (NPT) di sala 1968'an de imze kir, di sala 1970'yî de jî erê kir. Bi vê yekê bernameya Nuklerî ya Îranê mijar xist dosya lêpirsînê ya Navenda Navdewletî ya Hêza Nuklerî.

Bi destpêkirina salên 60'yî de, hêza alîgirên Yekîtiya Sovyêtê li Îranê nem, hêza Amarîka ya nuklerî jî mezin bû. Hejmara şêwirmendên  li Îranê gihişt 40 hezar î. Rêjîma Şah a Îranê jî bû hevgkarê DYA'yê ya Stratejîk di şerê Ii dijî Yekîtiya Sovyêtê û koma Komunist. Ev yek jî di beşdarbûna Îranê di hevkariya Bexdayê ya sala 1955'an de.

Ev koma hevkariyan ku ji aliyê DYA ve hate avakirin û wekî beşek ji rêzehevkariyên xwe yên leşkerî jî piştgiriya wê kir. Di dema şerê sar de û heta "Şoreşa Isalamî ya Îranê" de pêk hat. Sînorê Yekîtiya Sovyêt-Îranê  di wê demê de yek ji xetên leşkerî yên di navbera Rojhilat û Rojava de bû. Piştî şerê cotmeha sala 1973'an têkiliyên di navbera Îran û DYA zêdetir pêş ket. Şah di wê demê de qebûl nekir bikev lîstoka bikaranîna neftê wekî kaxetek zextê li ser Amarîka. Karîbû nefta xwe di sûkên cîhanê de û bi miqdarek mezin jî daxist sûkên cîhanê, wiha jî pêwîstiyên tê xwestin di wê demê de daxist.

Di sala 1975'an de, projeya nuklerî ya Îranê ya aştiyane ji bo pêkanîna enerjiyê hate destpêkirin. Hêviyên daxwazên Şahê Îranê yê mezin wê demê ew bû ku 23 bargehên nuklerî yên aştiyane ji bo pêkanîna ceyranê ava bike. Piştî demeke pir kurt û li ber çavên DYA Şah bi şirketa Elmanî ya Kraft Worrk a sala 1975'an de imze kir.  Ev yek bû sedema aciziya DYA'yê. Naveroka peymana wan jî avakirina bargeheke nuklerî di herêma Buhşar û hêza wê jî hezar û 200 Mêga wate, wê bi destê şirketa Semîniz a Almaniya de pêk were.

Şah wê demê ji bo DYA razî bike, peymangeha Massachusetts a teknolojiya ji bo perwerdekirina 800 endizyar û fenî dest bi kar kir. Da ku dema bargeha Bûşar bi dawî bibe, bidin xebitandin. Di sala 1974'an de jî Şahê Îranê bi hikûmeta Firansa re 2 bargehên nuklerî bi hêza 950 mêga wat saz kir. lê ji ber di sala 1979'an de "Şoreşa Îranê" li dijî şah pêk hat, herdû bargeh nehatin destpêkirin.

Nukleriya Îranê piştî ketina Şah

Di sala 1979'an de û piştî Şah ji desthildariya Îranê hate avêtin û bernameya nuklerî ya Îranê heta sala 1984'an di encama şerê Îran û Îraqê  de rawestiya. Şerê  Îran û Îranê ku di 1980 û heta sala 1988'an dewam kir bandorek mezin li Îranê kir. Di aliyê din de jî tê gotin ku Rêveberê Şoreşa Islamî ya ÎRanê Xaminaî di nerîna wî de herimandina çekê ku wêrankariyê pêk bîn in bû.

Şoreşa Islamî ya Îranê ku di sala 1979'an de pêk hat, bû sedema hilweşandina rêjîma Şah, bi vê yekê re jî hebûna DYA li Îranê bi dawî bû. Hevkariya siyasî û leşkerî ya di navbera wan de bi sponseriya Amarîka û Birîtaniya pêk hat, bi dawî bû. Îran jî parçeyekî wê hevkariyê bû.  

Di heman demê de piştî "Şoreşa Islamî ya Îranî" Tehran ket nava hewldanan ku xwe wekî hêzeke serbixeye û dûrî herdû hêzên mezin nîşan bide. Diruşmeya wê jî "Şoreşa Islamî ne rojhilatî û ne rojavayî ye" bû. Rêveberên Îranê Yekîtiya Sovyêt wekî hêza xirab a duyemîn  piştî DYA  ku hêza xirab a yekem binav kir. Piştî Mosko di sala 1979'an de Efganistan xist destê xwe, navbera wê û Îranê pir xira bû, ji ber Îran ew wekî tehdîd li ser ewlekariya xwe ya netewî pênase kir.

Di sala 1980'yî de şerê Îran û Îraqê destpê kir û 8 salan dewam kir. Îran ji wî şer derket pir westiyayî, hewl da xebatên ji nû ve avakirinê pêk bîne, her wiha li riyekê hevkariyan geriya. Wiha riya Mosko ji xwe re dît. Piştî wê di sala 1989'an de Serokê Îranê Haşimî Refsencanî serdana Yekîtiya Sovyêtê kir. Wiha hevkariya di navbera herdû welatan de hate destpêkirin. Yekîtiya Sovyêt di wê demê de bernameya di navbera xwe û Îranê de di aliyê aborî, zanistî û tiqenî ragîhand.

Dosya Nuklerî careke hate destpêkirin

Îran piştî bi DYA re ket nava nakokiyan, hesta wê ku careke din bernameya xwe ya nuklerî bidest destpêkirin. Di heman demê de hêza Îraqê ya nuklerî pêş diket. DYA di şerê Îran û Îraqê de piştgiriya Îraqê kir. Çekên wêrankariyê dan Îraqê, her wiha hevkarên Îranê jî wekî Çîn, Koriya Bakur, Lîbiya û Sûriyê jî derketin pêş. Wan jî çek dan Îranê.

Ev hemû sedemên ku hişt Îran careke din dest bi bernameya xwe ya nuklerî bike. Insyatîfa yekem a amadekariya bargeha Boşahir ku di salên 80'yî de hate destnîşankirin, ew bû ku gelek aliyên alîkariyê hebûn.

Di vê demê de Yekîtiya Sovyêtê, ku hevkarê Îraqê bû, xwest ku di aliyê nuklerî de alîkariya Îranê bike. Di sala 1990'yî de danûstendinê di navbera wan de ji bo temamkirina bargeha Bûşahir hate destpêkirin. Her wiha hin bargehên din ên nuklerî jî dan Îranê.

Piştî Yekîtiya Sovyêtê hilweşiya, Rûsiya ku biradîgma wê ya siyaseta derve daha zêdetir bû, di sala 1992'an de şûna şirketa Siminz a Elmanî ya pêkanîna avakirina bargeha Bûşihir dagirt. Rûsiya bi vê biryara xwe cîhan matmayî kir.

Di şerê kendavê ya duyemîn û dagirkirina Kiwêtê Îran bala Amarîka dikşand. Îran di wê demê de bi Çînê re itîfaqa girtina sotemeniya nuklerî imze kir. ev yek bû sedema ku ev itîfa di ser Amarîka re derbas bike, ji ber xwest beranberî Çînê di aloziya Îraq û Kiwê de bisekine. Di wê demê de Îran dest pê kir, li derve dinerî û li hevkarên nû ji bo nûkirina bernameya xwe ya nuklerî da destpêkirin. Lê ji ber rewşa siyaseta herêmê bi tevahî hate guhertin û embargoya aborî ya li ser Îranê, hejmarek kêm ji hêzên dê şirîkatiyê pêk bîn in, dihate dîtin.

Di sala 1991'an de itîfaq ji nakokiya di sala 1979e di navbera Îran û Firans de ku hatibû destpêkirin, hate dîtin. Firansa zêyî 1,6 milyar dolar ji Îranê re vegerand. Wiha Îranê di Yorodîf(Kurte navê civaka Ewropî ya amadekariya Yuranyom bi alîkariya xazê) ew jî şaxek ji şirketa Arva ya Firansî ku di riya Sofidif de pêk hat.

Di sala 1992'an de phin saziyên çapemeniyê diyar kirin ku Îran bi awayekî veşartî bernameya nuklerî pêş xistiye. Rê hate dayîn ku çavêdrên navdewletî hemû bargehên nuklerî yên Îranê kontorol bikin. Wê demê Sekreterê NY wê demê daxuyanî da ku xebatên nuklerî yên Îranê aştiyane ne.Di heman demê de Ercantîn ragîhand ku wan firotina madeyên nuklerî ji Îranê re ibtal kirin.

Di sala 1995'an de Îran bi Rûsiya re peymanek imze kir, da ku bernemeyên Bargeha Buşehir bi awayekî êk bîne û avahiyek li Buhşar bide destpêkirin. Hate payîn ku xebat di sala 2009'an de bi dawî bibe.

Di sala 1996'an de DYA Cimhûriya Çînê iqnai kir ku xwe ji xebatên avakirina bargeha uranyomê vekşîne. Tevî vê yekê jî Çînê pîlanên ji Îranê re pêşkêş kirin.

Di destpêka salên 90'yî de Amarîka zext li dewletên Ewropî, Ispaniya, Îtalkiya, Elmaniya, Belcîka û Bolenda jî di nav de kir ku hemû itîfaqên bi Îranê re derbarê bargeha Buşehir imze kiriye ibtal bike. Giha asta ku Rûsiya û Amarîka di vê çarçoveyê de di sala 1995'an de itîfaqa veşartî imze bikin.

Qonaxa guman û kontrolkirinê

Di 14'ê Tabexa sala 2002'an de berdevkê Koma Îranê yên ji meclîsa berxwedana Îranê veqetiya ragîhand ku 2 bargehên nuklerî yên ji bo bikaraîna uranyom hatine amadekirin.

 

Di rapora navenda navdewletî ya enerjiya nulerî ya sala 2003'an de yekem car hate ragîhandin ku Îran ranegihandiye ku ew di bikaranîna nuklerî de ne berpirsiyar e.  Îran di bernameya xwe de got ku ew madeyên nuklerî ji bo xebatên aştiyane bikar tîne, her wiha wê uranyom kêmî 5 ji sedî ji bo xebatên aştiyane pêk aniye.

Piştî serdana gelek bargehên Îranî ku guman li ser wan hatbû kirin, di sala 2003'yan de û di dema ku berpirsyarên Îranê dane xuyakirin ku hin bargehên tiqenî yên di destpêka karên xwe de ne, hene.

Mudîrê Giştî yê navenda Navdewletî Mihemed El-Beradî jî da xuyakirin ku Îran nêzîkatiyên xwe beranberî peymaên qedexekirina belavbûna nuklerî veşartiye, ev di bin xala 4'an de pêk hatiye. Hate gotin ku rê ji navenda navdewletî re heye ku hemû bargehên Îranê  yên têkiliya wan bi bargehên nuklerî hene, kontrol bike.

Ji bo aloziya di navbera Îran û navenda navdewletî bi dawî bibe,wezîrên karê derve yên Birîtaniya, Firansa û Elmaniya ji Iran xwestin ku aloziya heyî kêm bike û ji xwestin ku aloziya heyî xilas bike. Di encamê de di 21'ê cotmeha sala 2003'an de navendî bi awayekî vekirî diyar kir ku ew ê li ser hemû bargehên pêkanîna uranyom imze bike.

Di hizêrana sala 2004'an de jî dest bi avakirina bargeha nuklerî ya AR-40 hate kirin, ew bi ava giran û bi hêza 40 mêga wat kar dike, ev bi alîkariya ekîba Ewropa Firansa, Birîtaniya û Elmaniya pêk hat.

Di mijdara sala 2004'an de Îran dest bi şertîn navê itîfaqa arise derbarê birotolka dildarî ya zêde kir, wiha jî bi zexta ekîba sê alî ya Ewropî xebatên derbarê bikraîna uranyom bide rawestandin.

(dc)

ANHA