ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2018

 ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2018
29 nîsan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

*Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*95 şervanên ji navçeyên Til Berek, Til Hemîs, Til Koçer û Çilaxa tevlî nava refên QSDʹê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê herdû şervanên YPGʹê Mezlûm Qamişlo û Rênas Hesekê dikin. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê şehîdên meha Nîsanê bi bîr tînin û gorên wan bi findan dixemilînin. Saet 18.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyê bi temen di gundê xwe de kiryarên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çavên xwe dît. Bi çavên xwe dît çawa çeteyan birayê wî qetil kirin, nikarîbû birayê xwe û dema gihişt YPG'ê ji çeteyan rizgar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN 

*Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî ev in; pêveçûnên rêjîma Sûriyê li herêma Qelemûn û topbarana li ser Qelemûn, civînên navdewletî yên derbarê Sûriyê, hate gotin ku êrîşa sê alî ya dijî bargehên rêjîmê peyameke ji bo rêjîmê û alîgirên, hilbijartinên Iraq, Lubnan û hilbijartinên pêşwest ên Tirkiyê, hate gotin ku Erdogan ji gava mûxalifên xwe ditirse.

 JIN

*Endama Rêveberiya Mala Jinê ya herêma Keramê Xewla Îsa da zanîn ku wan 24 komînên jinê ava kirin û got ku ew xebatên avakirina komînan didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Partiya Sûriyeya Pêşerojê guhertineke demokratîk li Sûriyeyê armanc digire. Endamên partiyê li ser esasê bernameyeke siyasî û nêrîneke hevbeş ku firkirên foşînîzim û radîkal red dike, pirengiyê û fikirê azad, her wiha yekîtiya axa Sûriyeyê û wekheviya di navbera jin û mêr de esas digire, xebateke hevbeş didin meşandin.

CIVAK Û JIYAN 

*Şêniyên gundê El-Mihkan ê girêdayî gundewarên Dêre Zorê anîn ziman ku Hêzên Rejîma Sûriyeyê û Rûsan herêmên wan topbaran kirin û êdî nema dikarin vegerin herêmên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk warên xwe terk kirin di rewşa jiyanî ya dijwar de bi hevre dibin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA