Panorama hefteyê ya rojnameyên Erebî

Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî ev in; pêveçûnên rêjîma Sûriyê li herêma Qelemûn û topbarana li ser Qelemûn, civînên navdewletî yên derbarê Sûriyê, hate gotin ku êrîşa sê alî ya dijî bargehên rêjîmê peyameke ji bo rêjîmê û alîgirên, hilbijartinên Iraq, Lubnan û hilbijartinên pêşwest ên Tirkiyê, hate gotin ku Erdogan ji gava mûxalifên xwe ditirse.

Panorama hefteyê ya rojnameyên Erebî
29 nîsan, 2018   04:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî balkişandin ser rewşa meydanî li Sûriyê û hate gotin ku rêjîma Sûriyê herêma Qelemon digire, her wiha giranî da civînên navdewletî yên bi navê "Çareseriya aloziya Sûriyê", rojnameyan diyar kirin ku Rûsya dê moşekên « S 300» ji Sûriye re bişîne. Rojnameyan derbarê hilbijartinên Iraqê jî diyar kirin ku DAIŞ gefan li hilbijartinan dixwe û El-Ebadî propgendendayên xwe li herêmên Kurdistanê dike, rojanemayn her wiha bakişandin ser hilbijartinên Lubnanê û pêşketinên li Filistînê.

Sûriya

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di nûçeya xwe ya bi sernavê "Sûriyê di aliyê hevdîtinên payebilindan de li pêş e.. Rûsyê li benda encamên êrîşê ye" de got, "Dosyaya Sûriyê di aliyê têkiliyên doplmasî de di navbera dewletên herî mezin û herêmî di asta herî jor de ye. Texmînên kêm hene ku Nûnerê Giştî yê Navdewletî Stffan De Mistura wê karibe danûstandinên Cinêvê vejîne, an jî komîteyeke desturî beriya encamên êrîşa sê alî ya li ser bargehên hikûmeta Sûriyê derkeve ava bike."

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "De Mistura tekez dike ku xîlîbûna Siwêdê bin ket û hişyariya ku Idilb bibe Heleba duyemîn kir" weşand û bal kişand ser civîna çapemeniyê ya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Stffan De Mistra û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrupa Federica Mugherini û got, "Diyar e ku De Mistura bê hêvî ye, dema ku eşkere bûn ku endamên Konseya Ewlekariyê li Siwêdê ti encam bi dest nexistin û aloziya Sûriyê bi pirsgirêka herê mezin li pêşberî Neteweyên Yekbûyî bi nav dike."

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Belgeya wezîrên karên derve yên dewletaên grantor girîngiya karên hevbeş destnîşan dike" weşandibû. Li gorî nûçeyê "Wezîrên karên derve yên di çarçoveya civînên «Astana» de (Rûsya, Tirkiyê û Îran) îro li paytexa Rûsya Mosko dicivin. Agahî hene dibêjin ku civîn dê bi derxistina «Belgeyekê derbarê xebatên hevbeş» bi dawî bibe. Di civînê de her wiha dê bernameyên civîna di navbera hersê welatan de ku dê di navîna meha gulanê li Tehranê de were lidarxistin, werin nîqaşkirin."

Wezîrê Pentagon: Em ji Sûriyê venakişin

Rojnameya El-Ereb "Matis: Em niha ji Sûriyê venakişin", got, "Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jamis Matis roja pêncşemê ragihand ku welatê wî niha ji Sûriyê venakişe, ew ê şerê li dijî DAIŞ‘ê berfireh bike. Matis li pêşberî Komîteya Hêzên Çekdar di Kongres de got‘‘Divê hem hêzeke herêmî ava bikin da ku zextên li dijî dewleta Islamî ku hewl bide vegere, zêde bike."

Rêjîm başûrê Şamê topbaran dike, opozisyon wê bi guheretina demografî tewambar dike

Derbarê rewşa meydanî li Sûriyê, Rojnameya El-Heyat sernavê "Rêjîm tobparana li ser başûrê Şamê dijwar dike, opozisyon, wê bi «guheretina demografê » tuhmetbar dike" û "Qelemon êdî di dest rêjîma Sûriyê de ye" weşand û diyar kir ku herêma Qelemon a gundewarê Şamê bi destpêka derxistina (komên opozisyonê) ber be bakur ve, êdî di destê rêjîma Sûriyê de ye.

El-Qudis El-Erebî di manştêa bi sernavê "Di şerê li dijî rêxistina «DAIŞ» li wargeha Yermûk û derdora wê 20 leşkerên rêjîmê hatin kuştin" de diyar kir ku rêjîma Sûriyê êrîşên xwe yên berfireh li ser taxên Wargeha Yermûk, Tedamûn, El-Qedem, El-Esalî û bajaroka El-Hecer El-Eswed ên di bin serweriya rêxistina «DAIŞ» domandin. Di  vê çarçoveyê de, balafiriên şer ên Sûrî û Rûs deverên navborî bomebebaran kirin.. Rêxistina «DAIŞ» duh ragihand ku 20 leşlerên rêjîmê dema hewl dan li eniya taxa El-Qedem pêş de biçin, hatin kuştin.

Rojnaemyên Erebî diyar kirin ku Rûsya moşekên S 300 radestî rêjîma Sûriyê kir, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Mosko li hemberî welatên rojava disekine û « S 300» dide Şamê" weşand. Di nûçeyên de hate gotin ku Serokê Rêveberiya Operasyonên Sereke yê Desteya Giştî Erkan a Hêzên Çekdar a Rûs Sergey Rodsko diyar kir ku  welatê wî dê di demeke aciz de moşekên  « S 300» ji Sûriye re bişîne û vê yekê wekî berisva êrîşên DYD‘ê, Birîtanya û Fransa ya di navîna vê mehê ku li dijî pargehên rêjîma Sûriyê pêkhatî destnîşan dike."

Daxwaz tê kirin ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê di civînên NATO‘yê de werin nîqaşkirin

Rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê "NATO‘ê avakirina eniya yekbûyî li dijî Rûsya" nîqaş dike" weşand. Di nivîsê de tê gotin, "Elmanya roja înê diyar kir ku ew amade ye budceya xwe ji bo xurtkirina sîstema parastinê ya NATO‘yê zêde bike, da ku yek be jî ji daxwazin Amerîkayê bi cih bîne, di heman demê de jî NATO‘yê amadekariyên avakirina eniyeke yekbûyî li hemberî gefên Rûsya dike."

Di berdewama nûçeyê de wiha tê gotin, "Luksenburg  roja înê destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê rexne kir û daxwaz kir ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li dijî hêzên Kurdî li Efrînê, yên ku bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewletî şerê Rêxistina Dewleta Islamî dikin, were nîqaşkirin."

Metirsî ji sextekirina hilbijartinên Iraqê hene

Derbarê hilbijartinên Iraqê, rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Pirsgirêkên teknîk fersendên sextekirina hilbijartinên Iraqê zêde dike" weşand. Rojnameyê diyar kir ku gelek aliyên hibijartinên Iraqê yên tê payîn 12‘ê gulanê dest pê bike di pişbirgekê de ne. Gumanên komseriyê hene ku ihtîmal hene ku sexte û lîstok di encamên hilbijartinan de çê bibe. "

Rojnameyê ji nûnerên partî û pisporên di warê rêxistinkirina hilbijartinan de, diyar kir ku sîstema hilbijartinên nîv elktronîk ku ji aliyê komseriyê ve hatiye erêkirin pirsgirêkên xwe pir hene ku bandorêli ser encamên giştî bike.

Şîa hewl dide Serokwezaretiyê ji destê Hizbulledawa derxîne

Rojnameyan, derbarê pêşeketinê li Iraqê mijarên cuda girtin dest, El-Heyat nûçeyek bi sernavê "El-Sîstanî û El-Sedir hişyariya ku kazesa Heşid El-Şabî di hilbijartinan de werin bikaranîn  kir" weşand, El-Şiriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê "Şîa ya Îraqê hewl dide Serokwezaretiyê ji destê Hizbulledewa derxîne." Weşand. Di rojnameya El-Şeriq El-Ewset wiha tê gotin "Çavêdêrên herêmî texmîn dikin ku Hêzên Şîna yê dûrî Hizbulldawa li pêşberî gaveke pir mezin in ew e ku çawa Serokwezaretiyê ji destpê Hizbuldewa derxînin."

DAIŞ gefan li hilbijartinan dixwe

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê " DAIŞ gefan li hilbijartinên Iraqê dixwe" weşand.

Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Serkeftina El-Ebadî girêdayî helwestên Washington, Tehran û El-Necef" weşand û got, "Li gorî berdevkê El-Ebadî; tê texmînkirin hevbendiya El-Nesir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî serkêşiya wê dike di hilbijartinên giştî ku tê payîn 12‘ê Gulanê dest pêk bike, biser keve, li gorî berdevkê El-Ebadî lîsteya El-Nesir ji 329 kursiyan 80 girtiye."

El-Abdî hemleya xwe ya propogendayên hilbijartinan li herêma Kurdistanê dike

Rojnameya El-Heyat bal kişand ku Heyder El-Ebadî li herêma Kurdistanê propogendayên xwe yên hilbijartinan dike. Rojnameyê di maşêta bi sernavê "El-Abdî li Kurdistanê ye û çavên wî li kursiyên parlementoyê ye" di diyar kir ku "Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî serdana bajarê Silêmanî kir. Serdama El-Ebadî ji bo Silmanî cara yekemîn piştî refernduma serxwebûnê pêk hat. El-Abadî kongreyek ji bo hilbijartina lîsteya xwe lidar xist û propogendaya hilbijartinên xwe li ser dîwaran dikir."

Nûnerê nû bi çareseriyê bawer e

Rojanameyan behsa rewşa Yemenê manşêtên cuda avêtin. El-Ereb sernavê "Gelo wê Martin Griffith çareseriya aloziya Yemenê peyad bike" avêt. Li gorî nivîsê "Di du salên dawî de, pêvajoya aşîtiyê li Yemenê cemidî bû û nexşeyên aşîtî asteng bû. Rexmî aloziya leşkerî li eniyên Yemîn ku dikeve sala xwe ya 4‘an de, Lê Nûnerê Neteweyî yê nû ji bo Yemenê bi hêvî ye ku dê alozî were çareserkirin."

Fermandarê Hûsiyan hate kuştin

Rojnameya El-Ereb sernavê "Kuştina Salih El-Semmad destpêka hilweşandina Hûsiyan e" avêt. Di nûçeyê de tê gotin," Kuştina Fermandarê Hûsiyan Salih El-Semmad derbeyeke mezin ji bo milîstên Hûsiyan bû, ne tenê ji ber ku zilamê duyemîn ê Koma Ensar Allah e, lê belê ji ber ji bo bilindkirina moralê milîsên li eniya El-Hundeyda bû."

Macron piştî hevdîtinên bi Trump re: Li gel Îran bombeyên nukeerê nîn in

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset girêdayî Îranê nûçeyek bi sernavê "Macron: Li gelê Îranê bombeyên nukleerê tunene" avêt. Li gorî nûçeyê,"Serokê Fransayê Emmnuel Macron duh di xîtabeke xwe de bi zimanê Inglîzî ji 45 xuleyan li pêşberî Kongres diyar kir ku ti bombeyên nukleerê li gel Îranê. Macron ku ji aliyê endamên Kongres ve bi germahî hate pêşwazîkirin got: « Derbarê Îran de, armanca me zelal e, divê çekên nukleer li Îranê, ne niha, ne piştî 5 salan, û ne jî piştî 10 salan nebin» endamên Kongres ji ber axaftina Macron li çepkan dan."

 

Israîl gefên girtinê li fermandarên Hemas dixwe

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê aloziya di navbera Filistîn û Israîl de, nûçeyek bi sernavê "Israîl piştî tewanên kuştina El-Betiş îşaret bi« berfirehkirina hemleyên girtinê» dike" weşand. Di nivîsê de tê gotin "Israîl duh îşaret bi berfirehkirina hemleyên girtinê kir, taybet piştî ku Tevgera Hemas biryara tola Fadî El-Betiş ku duh li paytexta Malîzyaya Koalalambur hate kuştin da, fermandariya Hemas berpirsyara kuştina El-Betiş (35) pisporê balafirên bê pilot di tevgerêde  girt ser hêzên Israîl."

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin meşa îna 5‘emîn, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê " Îna «Ciwanên Şoreşger» sûrê ewlekariyê yê Israîlê û sînorê derbas dike" weşand. El-Heyat jî "«konên vegerê» li nêzî sînorê Israîlê têne vedan" weşand. Di nûçeyê de tê gotin "Di çalakiyên îna pêncemîn a «meşa vegerê» ya bi navê «Îna ciwanên şoreşger» de bi hezaran Filistînê li dirêjahiya sînorê di navbera Xeza û Israîl de kom bûn. Ev în ji yên berê cûdatir bû. Konên ku 700 mitreyan dûrî sînor hatibûn vedan, 300 mitreyan nêzî sînor bûn. Hejmareke ciwan sibehê zû hewl dan têlan rakin, hejmarek din piştî nîvor têl derbaskirin. Di encamên şerê bi hêzên dagirkeriya Israîl de li ser sînor 3 kes şehîd bûn û 900 jî birîndar bûn."

Kombûna mûxalifan Erdogan tevlihev dike

Rojnameya El-Ereb mijara hilbijartinên pêşwexet ên li Tirkiyê nûçeyek bi sernavê "kombûna mûxalifan Erdogan dixe fikaran ku serketina wî di hilbijartinan de tevlihev bike" weşand. Li gorî nûçeyê,"Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan beşdarbûna cîgirên Partiya Opozisyonê ya sereke li welat ku partiyê nû bikin da ku karibin beşdarî hilbijartinên pêşxwet bibin rexne dike. Li gorî çavdêran, îlankirina hilbijartinên pêşwexet, diyar dike ku Erdogan hîs dike ku êdî destekdayîna wî kêm dibe.ʺ