Xebatên rêxistinî yên HSMʹê û mercên endamtiyê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê guhertineke demokratîk li Sûriyeyê armanc digire. Endamên partiyê li ser esasê bernameyeke siyasî û nêrîneke hevbeş ku firkirên şofonîzim red dike, pirengiyê û fikirê azad, her wiha yekîtiya xaka Sûriyeyê û wekheviya di navbera jin û mêr de esas digire, xebateke hevbeş didin meşandin.

Xebatên rêxistinî yên HSMʹê û mercên endamtiyê
29 nîsan, 2018   05:05

DIYAR EHMO-XALID CUMA/REQA 

Di vê raporê de em balê bikişînin ser xebatên rêxistinî yên Partiya Sûriyeya Pêşerojê (HSM), endamtiya partiyê, mafên endaman, nasnameya endaman, erkên endaman û tevlîbûna kesên derveyî welat di nava xebatên partiyê de.  Endamtiya partiyê:  *Her welatiyekî Sûrî (di nav de welatiyên Mektûm ên ku ji nasnameyê bêpar mane) li ku dibe bila bibe, dikare tevlî xebatên partiyê bibe.

  Mercên endamtiyê:

-Divê temenê wê/î 18 sal hebe

-Divê bername û rêziknameya partiyê qebûl bike

-Divê exlaqê wê/î baş be

-Divê ne endama/ê tu partiyeke din be

-Divê alîkariya mehane ya ku hatiye diyarkirin, bide

 -Divê daxwaznameyê pêşkêşî partiyê bike çawa dixwazname tê amadekirin?

 -Kesa/ê bixwaze bibe endamê partiyê divê daxwaznameya xwe pêşkêşî meclîsa navçe ya herêma ku lê dijî bike. Divê ev kes herî kêm ji aliyê du endamên partiyê ve were naskirin. Piştre dikare agahiyên daxwaznameyê binivîse û bi riya înternetê rêke. 

Mercên qebûlkirinê:

-Rêveberiya partiyê dê daxwaznameyê mehekê bixwîne. Dema welatiyek were qebûlkirin navê wê/î di lîsteya endaman de tê nivîsandin, piştre daxwazname ji Buroya Rêxistinî ya Giştî re tê rêkirin. 

-Kesa/ê ku daxwaznameya wê/î nehat qebûlkirin, dikare 15 rojên destpêkê serdana Buroya Rêxistinî bike û vê biryarê red bike. 

Kesên ji derveyî welat ku bixwazin tevlî xebatên partiyê bibin: 

-Welatiyên Sûrî yên li derveyî welat dikarin daxwanameya xwe pêşkêşî buroyên partiyê ku dê li welatên derve bêne vekirin. An jî dikarin daxwaznameya xwe bi riya înternetê rêkin. Nasnameya endamtiyê Buroya Rêxistî ya Giştî ya partiyê nasnameyan ji endaman re amade dike. Meclîsa herêmê nasnameya endamtiyê radestî endamên partiyê dike. Ev nasname tenê ji bo îsbata endamtiya partiyê tê bikaranîn. 

-Dema ku cihê ku li dijî biguhere divê nasnameya xwe radest bike. Dê meclîsa herêma ku lê bi cih bû, nasnameyeke nû radestî wê/î bike.

Windakirina endamtiyê:

-Dema endama/ê partiyê jiyana xwe ji dest bide -Dema endama/ê partiyê bixwaze xwe ji endamtiya partiyê bikişîne. 

-Dema bibe endama/ê partiyeke din

Dema bi biryara buroya disiplîn û şopandinê ji kar were rawestandin kesek çawa careke din bibe endamê partiyê:

-Endama/ê berê ya/ê partiyê ku bixwaze careke din bibe endama/ê partiyê dikare daxwaza xwe pêşkêşî meclîsa parêzgehê bike. Eger ku daxwaza endamtiyê nehat qebûl, mafê wê/î heye ku di 15 rojên destpêkê de biryara meclîsê red bike.

-Kesên ji xwe ji parlementoya partiyê yan endamên meclîsa damezrîner, meclîsa giştî, buroyên şopandinê kişandine, daxwazên wan ji aliyê meclîsa giştî ya partiyê ve tên xwendin.

-Kesa/ê ku endamtiya wê/î hat rawestandin dikare di 30 rojên destpêkê de serdana meclîsa parêzgehê bike û vê biryarê red bike.

Agahiyên danasîna endaman:

-Hemû agahiyên derbarê endamên partiyê de li Buroya Rêxistinî ya giştî têne arşîvkirin.  Erkên endaman -Divê di xebatên xwe de nirxên demokrasiyê û jiyana hevbeş esas bigirin. 

-Wekheviya di navbera jin û mêr de. 

-Xebat bi ruhekî berpirsyar were meşandin da armancên partiyê pêk werin.

-Pratîkirina siyasetên ku Meclîsa Giştî ya partiyê vedihune. 

-Divê xebat li gorî rêziknameya partiyê were meşandin.

-Ruhê hevaltiyê û disiplîna kar. 

-Parastin û pêşxistina nirxên partîtiyê. 

-Divê xebat li ser esasê xizmeta gel û welat pêk were, her wiha zihniyeta desthilatdar ji holê were rakirin.

-Têkîliyên bi tevahî gelên Sûriyê re li gorî pîvanên exlaq û demokrasiyê bin. 

-Têkoşîna li dijî tundiyê û parastina nirxên mirovî. 

-Divê Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi civakê were danasîn.

Mafên endaman:

-Dikarin li ser hemû astan namzetên xwe bavêjin û kesên guncaw dibînin hilbijêrin. 

-rexne û rexnedayîn, her wiha dikare li hember îdîayan xwe biparêze. 

-Dikare nêrîna xwe bide û pêşînyaran bike.

-Dikare bi riya raporeke nivîskî xwe ji endamtiya partiyê bikişîne. 

-Mafê perwerdeya çandî, siyasî û bîrdozî û  x01ebatên rêxistinî

1.Li gund, bajarok û taxan

-Endamên partiyê li gund, bajarok û taxan dikarin civîna xwe ya berfireh salane li dar bixin. 

-Di civîna berfireh de plansaziya kar tê nîqaşkirin. 

-Komîteya partiyê dikare were hilbijartin, ev komîte partiyê bi gel dide naskirin û dengê gel digihîne partiyê.

-Komîteya partiyê mehê di caran civîna xwe li dar dixe. 

-Meclîsa herêmê dikare bi nêrîna meclîsa navçeyê, endaman di komîteyê de erkdar bike. 

2.Li navçeyê

-Kongreya partiyê li navçeyê her du salan tê lidarxistin. 

-Di kongreyê de, Serokê partiyê û cîgirê wî li navçeyê tê hilbijartin.

-Di kongreyê de plansaziya dem pêş tê nîqaşkirin. 

Endamtiya kongreya partiyê li navçeyê: 

 -Kongreya navçeyê ji Serokê Rêveberiya partiyê li navçeyê, cîgirê wî û nûnerên tevahî rêxistinên girêdayî partiyê pêk tê.

 -Kongreya navçeyê di bin çavdêriya rêveberiya herêmê de tê lidarxistin. 

Rêveberiya partiyê li navçeyê:

-Rêveberiya partiyê ji herî kêm 7 bin û herî zêde 20 kesan pêk were, tevî serokê partiyê û cîgirê wî. 

-Berpirsyariya tevahî rêxistinên gund, tax û bajarokên herêmê radike. 

-Civîna xwe mehane bi beşdariya piraniya endaman li dar dixe. 

-Di civîna yekem de divê Desteya Rêveber a partiyê ya navçeyê were hilbijartin. Ev Deste dê xebatên partiyê bi civakê bide nasîn. Her wiha li gorî biryarên kongreya partiyê ya navçeyê tev digere.

-Rêveberiya partiyê dikare rêveberiya partiyê li navçeyê destnîşan bike.  Desteya Rêveber a partiyê li navçeyê herî kêm ji 3 kesan û herî zêde ji 7 kesan êk tê. Desteya Rêveber plansazya xebatên partiyê li navçeyê amade dike.  

(mm)

ANHA