Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand

Kamera ANHAʹyê jiyan û berxwedana gelê Efrînê yê li kampên Şehbayê şopand. 

Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
Kamera ANHAʹyê jiyana gelê Efrînê yê li Şehbayê şopand
28 nîsan, 2018   08:38

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku warên xwe terk bikin. Welatî li kampên Berxwedan û Serdemê yên Kantona Şehbayê bi cih bûn. Li kampan ji ber kêmbûna xwarin, av û dermanan, jiyana welatiyan zehmet bûye. 

Li gorî Heyva Sor a Kurd, hejmara welatiyên ku ji malên xwe hatin koçkirin û li Kantona Efrînê bi cih bûne, 18 hezar û 203 malbat in (101 hezar û 471 kes) di nav de 8 hezar û 286 zarokê bi şîr in. 

Her wiha hejmara welatiyên li navçeya Şêrawa bi cih bûne jî 14 hezar û 541 malbat in (76 hezar û 267 kes) di nav de 5 hezar û 872 zarokên bi şîr in. 

Welatiyên Efrînê bang li rêxistinên mirovî û cîhanî dikin ku destek bidin wan. 

Nûçegihanê ANHAʹyê bi wêne û dîmeman, aliyek ji jiyana xwe şopand.  

WÊNE Û DÎMEN: CEFER CEFO

(mm)

ANHA