Jiyana astengdarên Efrîne di xeteriyê de ye

Li herêma Şehba û kamên Serdem û Berxwedan jiyana kesên astengdar û ên nexweşiya sinir bi wan re heye di xeteriyê de ne.

Jiyana astengdarên Efrîne di xeteriyê de ye
Jiyana astengdarên Efrîne di xeteriyê de ye
Jiyana astengdarên Efrîne di xeteriyê de ye
Jiyana astengdarên Efrîne di xeteriyê de ye
28 nîsan, 2018   07:44

TOLÎN HESEN-DICLE XELÎL / ŞEHBA

Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe hewl dide ku ji bo hemû nexweşiyan derman peyde bike. Rêxistinên mafên mirovan jî heyanî niha di vê mijara pêdiviya gelê Efrîne ya derman pêkne anîne.

Li herêma Şehba ji bo hemû nexweşiyan û bi taybet dermanê ji bo astengdaran nayên peyde kirin, ev yek dibe sedema ku malbat li hemberî rewşa nexweşiyên xwe bê çare bimînin.

Di vê çarçevê de welatiyên Efrîne yên ji ber dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê koçber bûn, ji ajansa me ANHA`ê re axivîn.

Welatiya bi nave Sîham Şêxo diyar kir ku keça wê Zelûx a 14 salî ji zaroktî ve di encama kêmasiyeke bijîjkan de di mejî de derbe xwariye û wan ji nexweşxaneyên Efrîne derman ji bo keça xwe peyde dikirin, niha derman ji bo nexweşiya keça wê nayê peyde kirin.

Sîhan di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku niha Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe û kêm be jî derman ji bo keça wê peyde dike lê bele kême û ew ditirsin ku keça wan jiyana xwe ji dest bide.

Her wiha Zêrîn Mihemed jî dayîka zaroka 4 salî ku mejiyê wê derbe xwariye got:‟ Dema ku em li Efrîne bûn min dikarîbû ez ji bo keça xwe derman peyde bikim, niha jî ez nikarim li gorî têxwestin derman ji bo keça xwe peyde bikim”.

Zaroka bi navê Sêvîn Xelîl jî ku astengdare anceq bi riya dermanan bikarbe xwarin bixwe û niha dermanê wê li kampe nayê peyde kirin.

Endama Heyva Sor a Kurd Rîm Qermo anî ziman ku ew di mijara derman de gelekî zehmetî dikşînin û bang li Rêxistinên Karûbar Civakî kir ku derman ji wan re rêkin.

Rîm Qermo di berdewamiya gotinên xwe de got ku rêxistinên serdana wan kirin, soz dan ku derman ji wan re rêbikin û heyanî niha soza xwe pêkne anîne.

Li herêma Şehba û kampa Serdem jiyana 76 astengdarî di xeteriyê de ye û dibe ku hejmara wan zêdetir be.

(np)

ANHA