Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî diyar kirin ku Rûsya, Tirkiyê, Îran derbarê Sûriyê de dicivin, her wiha destnîşan kirin NATO‘yê hewl dide eniyeke yekbûyî li dijî Rûsya ava bike, Luksenburg jî dixwaze ku destwerdanên Tirkiyê li ser Efrînê di civînên NATO‘yê de werin nîqşakirin. Hin rojnameyan cih dane hilbijartinên Tirkiyê û gotin ku Erdogan li benda helwesta Gul e.

Rojeva rojnameyên Erebî
28 nîsan, 2018   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de, giranî dane civîna sê alî ya (Mosko, Tirkiyê û Îran), rewşa maydanî li Sûriyê, hilbijartinên Iraq û Tirkiyê û civîna NATO, her wiha wiha pêşketinên li Filistînê.

Li başûrê Şamê şer dijwar e

Derbarê rewşa meydanî li Sûriyê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Fermandarekî mezin yê «DAIŞ» hate kuştin û rêjîm topbarana li ser başûrê Şamê didomîne" weşand û Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê "Hêzên rêjîmê li başûrê Şamê pêş de diçe û kirîza mirovî kûrtir dibe, " El-Qudis El-Erebî jî behsa mijarê nûçeyek bi sernavê "Di şerê li dijî rêxistina «DAIŞ» li wargeha Yermûk û derdora wê 20 leşkerên rêjîmê hatin kuştin" weşandin.

Di nûçeya El-Qudis El-Erebî de hate gotin ku rêjîma Sûriyê êrîşên xwe yên berfireh li ser taxên Wargeha Yermûk, Tedamûn, El-Qedem, El-Esalî û bajaroka El-Hecer El-Eswed ên di bin serweriya rêxistina «DAIŞ» domandin. Di  vê çarçoveyê de, balafiriên şer ên Sûrî û Rûs deverên navborî bomebebaran kirin.. Rêxistina «DAIŞ» duh ragihand ku 20 leşlerên rêjîmê dema hewl dan li eniya taxa El-Qedem pêş de biçin, hatin kuştin."

Rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê "Zagoneke rê li ber guhertina demografî vedike" weşand û diyar kir ku hikûmeta Sûriyê di çarçoveya danîna ‘‘Sîstemek nû‘‘ ji bo van herêman hewl da ku atmosfêreke çêbike da ku dest deyne ser mal û erdên li derdora bajarokên Şamê. Li gorî vê zagonê destûr dide rayedarên Sûrî ku dest deyne li ser milkên koçber û penaberan ên ku milên ku xwe di meha Nîsanê de belge nekirine."

Sê alî îro dicivin

Rojnameyan her wiha cih dane civîna wezîrên karên derve yên welatên grantor, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Belgeya wezîrên karên derve yên dewletaên grantor girîngiya karên hevbeş destnîşan dike" weşand. Li gorî nûçeyê "Wezîrên karên derve yên di çarçoveya civînên «Astana» de (Rûsya, Tirkiyê û Îran) îro li paytexa Rûsya Mosko dicivin. Agahî hene dibêjin ku civîn dê bi derxistina «Belgeyekê derbarê xebatên hevbeş» bi dawî bibe. Di civînê de her wiha dê bernameyên civîna di navbera hersê welatan de ku dê di navîna meha gulanê li Tehranê de were lidarxistin, nîqaş kirin."

Çareseriya aşîtiyê li Sûriyê bi cezakirina sûcdarên şer ve girêdayî

Rojnameya El-Heyat nûçeyeke bi sernavê "Dewletên Ewrupa aşîtiya li Sûriyê bi cezakirina sûcdarên şer ve girêdide" weşand. Di nûçeyê de tê gotin, "Gelek dewletên Ewrupa, di serî de Fransa cezakirina sûcdarên şerê yê li Sûriyê wekî şereke sereke ji bo pêkanîna aşîtiyê dibîne. Li ser daxwaza Fransa roja çarşemê civîneke li Bruksel hate lidarxistin. Nûnerên  Elmanya, Qaralîteya Yekbûyî, Siwêd, Holenda, Denmark û Belçîka di civînê de amade bûn, giraniya nîqaşan li ser çawaniya «cenza» hatin kirin." Rayedarên herşêş welatan derveyî çapemeniyê civiyan."

Li dijî Rûsya eniya yekbûyî û daxwazên nîqaşên êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê

Rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê "NATO‘ê avakirina eniya yekbûyî li dijî Rûsya" nîqaş dike" weşand. Di nivîsê de tê gotin, "Elmanya roja înê diyar kir ku ew amade ye budceya xwe ji bo xurtkirina sîstema parastinê ya NATO‘yê zêde bike, da ku yek be jî ji daxwazin Amerîkayê bi cih bîne, di heman demê de jî NATO‘yê amadekariyên avakirina eniyeke yekbûyî li hemberî gefên Rûsya dike."

Di berdewama nûçeyê de wiha tê gotin, "Luksenburg  roja înê destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê rexne kir û daxwaz kir ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li dijî hêzên Kurdî li Efrînê, yên ku bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewletî şerê Rêxistina Dewleta Islamî dikin, were nîqaşkirin. Wezîrê Karê Derve yê Luksenburg Jean Asselborn got‘‘NATO saziyeke tê de nirxên demokratîk tê rêzgirtin. Lê dema tiştên xûmamî hebe, pêwîste were nîqaşkirin. Civînên wezîran ne sendoqên ji bo qeydkirina danûstandinên balyozan e. Gelek endamên NATO‘yê dibînin ku mijara destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di Sûriyê di civînên NATO‘yê de werin nîqaşkirin, ji ber ‘‘Mijareke cihê fikarê ye‘‘

El-Sîstanî li hemberî lîsteya Îranê perspektîvan dide

Têkildarî hilbijartinên Iraqê jî, rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " El-Sîstanî li hember bernamezetên Îranê di hilbijartinên Iraqê de perspektîvan dide" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Agahî ji bajarê Necef ê Iraqê belav bûne, dibêje ku Lîderê olî yê Şîayên li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanê derbarê hilbijartinên ku dê di 12‘ê gulanê de dest pê bike, dê hin perspektîvan bide, tê texmînkirin ku perspektîv ew in ku lîsteya nêzî Îranê neyên hilbijartin."

Derbarê Îranê de, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê " Merkel peymana nûkleer kêm dibîne" weşand. Li gorî nûçeyê " Serokwezîr Elmanya Angel Merke duh di civîneke çapmeniyê li gel Trump ku li koşka Spî hatibû lidarxistin derbarê peyamana nukler got ku peyman ji bo ku Îran xebatên nukleerê kêm bike baş e lê têrê nake ku armancên Tehranê kontrol bike."

Tirkiyê li benda helwesta Gul e

Derbarê hilbijartinên pêşwext ku Erdogan ragihandibû, rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Tirkiyê li benda helwesta Gul e" weşand û diyar kir ku aliyên gelerî û siyasî yên Tirkiyê li benda helwesta Serokê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul e derbarê hilbijartinên ku dê 24‘ê Hizêranê werin lidarxistin. Beşdarbûna Gul ji bo hilbjirtina helwesteke li hemberî serokê niha Receb Teyib Erdogan e."

Îneyeke cûda

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin ser rewşa Filistînê û meşên ku duh hatin lidarxistine. Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê " Îna «Ciwanên Şoreşger» sûrê ewlekariyê yê Israîlê û sînorê derbas dike" weşand. El-Heyat jî "«konên vegerê» li nêzî sînorê Israîlê têne vedan" weşand. Di nûçeyê de tê gotin "Di çalakiyên îna pêncemîn a «meşa vegerê» ya bi navê «Îna ciwanên şoreşger» de bi hezaran Filistînê li dirêjahiya sînorê di navbera Xeza û Israîl de kom bûn. Ev în ji yên berê cûdatir bû. Konên ku 700 mitreyan dûrî sînor hatibûn vedan, 300 mitreyan nêzî sînor bûn. Hejmareke ciwan sibehê zû hewl dan têlan rakin, hejmarek din piştî nîvor têl derbaskirin. Di encamên şerê bi hêzên dagirkeriya Israîl de li ser sînor 3 kes şehîd bûn û 900 jî birîndar bûn."

Kuştina Elî –El-Semmad xebatên aştiyê li Yemenê asteng dike

Rojnameyên Erebî di weşandên xwe de cih dane, aloziya li Yemenê û hewldanên çareseriyê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê " Sena bi wêneyên El-Semmad ((Difetise)) û milîs mizgeftan ji bo civînan bi kar tîne" weşand. Di nûçeyê de ev tişt tê gotin "Koma Hûsiyan, piştî kuştina Serokê ‘‘Encumena Siyasî ya Bilind‘‘ Salih El-Semmad gefên xweyê şerê zêde kirine. Hin çavdêr nêzîkatiyên koma ku desteka xwe ji Îran digere wekî astengkirina xeta aşîtiyê ya ku nûnerê navnetewî yê nû li Îranê Martin Griffith ragihandibû destnîşan kirin."