Li kampa Serdemê bazarek hat vekirin

Bi armanca peydakirina pêdiviyên gelê Efrînê yê li kampa Serdemê dimîne, Rêveberiya Xweseriya Dmeokratîk a Kantona Efrînê li kampê bazarek vekir.

Li kampa Serdemê bazarek hat vekirin
Li kampa Serdemê bazarek hat vekirin
Li kampa Serdemê bazarek hat vekirin
28 nîsan, 2018   07:23

HENAN MIHEMED-SÎMAV XELÎL / ŞEHBA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi hevkariya Şaredariya Gel li kampa Serdemê bazara sebze û madeyên xwarinê ji bo gelê Efrînê vekir. 

Bazirgan sebze, madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî û bajaroka Ehrezê û gundê Til Qirah ên girêdayî Kantona Şehbayê tînin û li bazarê difiroşin. 

Derbarê mijarê de, Endamê Rêveberiya kampê Niyazî Seydo got ku wan bazar vekir, da gel bi hêsanî madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî peyda bikin, ji ber neçar dibûn ku biçin navenda navçeya Ehrezê û gundên herêmê da pêdiviyên xwe bigirin. 

(mm)

ANHA