Pirsgirêka qerbalexê li Kobanê zêde bûye, şênî jî gazincan dikin

 Di demên dawî de, li bajarê Kobanê pirsgirêka qerbalexên trafîkî zêde bûye, bi taybet di nav kolanên sereke de, şêniyên bajêr ji vê pirsgirêkê bi gazinc in.

Pirsgirêka qerbalexê li Kobanê zêde bûye, şênî jî gazincan dikin
Pirsgirêka qerbalexê li Kobanê zêde bûye, şênî jî gazincan dikin
26 nîsan, 2018   12:47

ZANA ZEYDÎ / KOBANÊ

Li bajarê Kobanê, nexazin di nav kola0nên sereke, qerbalexa trafîkî zêde bûye. Li vir şêniyên bajar rola trafîkê û sedemên vê qerbalexê dibêjin.

Welatiyên bajarê, sedema vê pirsgirêkê dispêrin ku trafîk erka xwe baş bi cih nayinin. Hin welatiyan din jî dibêjin ku hin kes hene temenê wan kêmî 18 salî motoseklêt û erebeyan baş najon. Di hemenê demê de, derbasbûna kamyonan di nava bajar de rexne kirin.

Li aliyekî din jî, hin welatiyan ev pirsgirêka vegerandin nebaşajokatê û destnîşan kirin ku divê sînoreke ji wan kesan re werin dayîn.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Rêveberiya Tirafîkê ya Kobanê Reşîd Xelîl ji ajansa me re sedemên pirsgirêkê destnîşan kir û got, " Yek ji sedemên vê qerbalexê ew e ku kontrala ji aliyên malbatên li beramberî zarokan xwe ve tuneye ku dihêlin zarok motoseklet û erebeyan bajon."

Xelîl destnîşan kir ku endamên wan li 14 nûqteyên di nava bajar de belav bûne û daxuya kirin ku trafîk bi hevakiriya dixebite da ku rê li ber vê pirsgirêkê bigire.

Xelîl, destnîşan kir di demeke nêzî de dê newbedariya şevê li bajêr bi rêxistin bikin, bi taybet bi hatina havînî ku tevgera welatiyan heta derengî şevê zêde dibe.

Hevserokê Rêveberiya Tirafîkê yê  Kobanê Reşîd Xelîl bang li welatiyan kir ku bi polîsên trafîkê re bibin alîkar da ku rê li pêşiya qerbalaxê were girtin.

(bb)

ANHA