Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê şehîdên êrîşa Qereçox bibîr anî

Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, şehîdên êrîşa Qereçox bi bîr anî û got, "Êrîşa li dijî Çiyayê Qereçoxê pêk hatî, berdewama pîlanên dewleta Tirk ên li hemberî  Şoreşa Bakûrê Sûriye ye."

Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê şehîdên êrîşa Qereçox bibîr anî
25 nîsan, 2018   10:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Salek li ser êrîşa dagirkeriya Tirkiyê ya li hemberî navenda Fermandariya YPG‘ê li Çiyayê Qereçox ku di encamên de 20 şervan şehîd bû re derbas bû. Bi vê wesîleyê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek weşand û soza têkoşîna parastina destkeftiyên şoreşê nû kir.

Desteya Parastinê êrîşa li ser Çiyayê Qereçox bi berdewama pîlanên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şoreşa Bakurê Sûriyê dest nîşan kir û wiha domand "Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşa li ser Çiyayê Qereçoxê fersend û hêvî dida DAIŞ‘ê ya ku ber bi hilandinê ve diçû. Her wiha dewleta Tirk hewl da îradeya gelên Bakurê Sûriyê têk bibe. Ji her kesî re eşkere bû ku dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka Şoşreşa Rojava ve hewdanan dike da ku tecrûbeya demokratîkbûyînê têk bibe."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin şehîdên êrîşa Qereçox wê bibe mişeleya mizkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriyê û ev tişt hate gotin "Tirkiyê texmîn kir ku ew ê bi êrîşa li ser Qereçox karibe mişeleya şoreşê vemirîne, lê nedizanî ku gelên Bakurê Sûriyê bi pêşengtiya gelê Kurd wê salvgera şehîdên Qereçox bikin mişeleya mezinkirina têkoşîna li hember dagirkeriyê û pîlanên wê yên faşîmz têk bibin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê li dijî terora DAIŞ li Reqa û Dêrazorê û hate gotin ku berxwedana şervanan nîşaneya mezinkirina têkoşînê ye.

Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di kesayetên şehîdên Qereçox hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşîna parastina destkeftiyên şoreşê Bakurê Sûriyê nû kir.

(bb)