Şandeyek ji Rêvebriya Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebû Rîş re xwest

Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Abdulkerîm El-Îbrahîm (Ebû Rîş) re xwestin.

Şandeyek ji Rêvebriya Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Ebû Rîş re xwest
25 nîsan, 2018   10:45

 TEBQA

Şande ji nûnerên Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan, Saziya Malbatên Şehîdan, Komîteya Hundrîn, Komîteya Jinê, Komîteya Çand û Huner, Komîteya Perwerde û Meclîsa Ciwanên Tebqayê pêk dihat. Şande ji aliyê malbata şehîd ve hate pêşwazîkirin.

Di bin konê sersaxiyê de bavê şehîd got ku wan azadiya xwe bidest xistiye.

Her wiha yek ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê Mûsena Abdulkerîm axivî û diyar kir ku bi saya berxwedan û lehengiya şervan û şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin û wiha pêde çû,"Ji bo azadî û rizgarkirina gelê me ciwanên me canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê tekoşîna xwe bidomînin û li ser riya şehîdên xwe bimeşin."

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Meryem Henan diyar kir ku hemû kiriyarên ku li Efrînê diqewimin berhemên firkên  paşverû yên Erdogan û çeteyên wî ne.

Henan di dawiyê de got ku hemû gelê herêmê Ereb, Kurd, Çerkes, Êzidî wê bi yek destî xwedî li keda şehîdan derkevin.

Merasîma sersaxiyê heta saetên êvarî didome.

(bx)

ANHA