‘Em ê şopdarê rêya şehîdên Qereçox bin’

Rêxistina Konreya Star û TEV-DEM’ê ya Kantona Kobanê di 1’emîn salvegera êrîşa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê de, şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û soza şopandina berxwedana wan dan.

‘Em ê şopdarê rêya şehîdên Qereçox bin’
25 nîsan, 2018   10:27

KOBANÊ

Bi wesîleya salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Qereçox, Rêxistina Kongreya Star û TEV-DEM`ê ya Kobanê daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew di 1’emîn salvegera êrîşa li ser Qereçox de, şehînên Qereçox, tevahî şehîdên Bakûrê Sûriye yê, şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û wiha berdewam kir, “Em soza şopandina rêya şehîdên ku bi xwîna xwe rûmeta gelan bilind kirî didin. Weke tê zanîn hêzên desthilatdar û sermayedar dixwazin sîstema kapîtalîst bidin meşandin, dixwazin gel û civakên ku vîn û tekoşînê didin ji xwe re bikin hedef. Ji ber wê jî bi her awayî êrîşên xwe yên hovane pêktînin. Ev sîstemên desthilatdar di serî de Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Kurdistanê dixwazin tunebûna fîzîkî û fikrî pêkbînin. Ev desthilatdarana roj bi roj ji destkeftiyên kurdan û gelên azadîxwaz ditirsin. Ji ber ku dizanin di rewşa heyî de pargala wan berbi rûxandinê ve diçe. Ji bo ku bikarin hîn zêdetir ruyê xwe yê rast, kuştin û talanê bi xwe re tîne veşêrin. Her rêbazên gemar ên ji derveyî mirovahiyê bi kartînin. Ev ji dîrokê heya niha tê zanîn ku tucaran sîstemên desthilatdar nikarin vîn û ramanên gelan ên bi azadî û keda jinê avakirine bitirsînin û ji holê rabikin.”

 ‘Di sedsaliya Lozanê de dixwazin kurdan qirbikin’

Di daxwiyaniyê de bal hat kişandina ser di dîroka qirkirina gelê Eremenî de pêkanîna êrîşa Qereçoxê û wiha hat diyar kirin, “Çawa ku beriya 103’ê salan pêşiyên Tirkan, Osmaniya komkujî, talan, revandin û helandina Ermeniyan pêk anîbû, di sala 1923’an de Peymana Lozanê hate mohrkirin û gelê Kurd bi qirkirê re rû bi rû hişt. Di sedsaliya peymanê de dixwazin di aliyê fikrî, cografî û fîzîkî de komkujî û qirkiran pêkbînin. Çawa ku armanca dewletan tûnekirina nirxên gelan e, bi taybet ev şer li ser şoreşa jinê tê meşandin. Ji ber ku yê şoreşan ava dike jine. Her kes dizane Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi taybet destpêkirina  Şoreşa Rojava li tevahiya Bakûrê Suriye yê pêl bi pêl keç û xortên bedew ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev berê xwe dan eniyên şer. Ji her alî de gel cihê xwe di nava saziyên rêxistinê de girtin û pêşketin dan çêkirin . Li hemberî van serkeftininan bi pêşengiya dewleta tirk û hevkariya dewletên navnetewî xwestin careke din hebûna kurdan tune bikin. Şervanên azadiyê bê pêşeng bihêlin. Tirkiye yê ji bo van planên xwe yên qirkirinê bimeşîne di serî de bi êrîşa li ser Qereçoxê xwest çavê gel bitirsîne, hêvî û baweriya gelan sar bike. Lê careke din hate dîtin ku Tirkiye û hevkarên wê di êrîşa li ser Qereçoxê de bi ser neketin. Gelê bi firkir û ramanê Rêberê mirovahiyê şiryar bûyî wê tu caran serî li hemberî wan dagirkeran netewîne. Ji bo tolgirtina şehîdan gavên serkeftinê yên mîna cenga mezin a Xezeba Firatê û Berxwedana Serdemê dan destpêkirin. Roj bi roj şervanên azadiyê,  gelê berxwedêr û jinên Bakûrê Sûriye yê di bin hovîtiya DAIŞ û hevarên wê de rizgar kirin. Bi pêşengiya YPJ û YPG’ê gavên dîrokî hatin avêtin. Gelê bi hişmenidya azadiyê ketî rê, di Berxwedana Serdemê de nişanda ku li hember sistema desthilatdar qirker xaka xwe diparêzin û xwe bi rêxistin dikin.”

 ‘Heta sîstema dagirker ji holê rabe, emê li ber xwe bidin’

Kongreya Star û TEV-DEM’ê soza şopandina rêya şehîdên Qereçoxê dan û wiha berdewam kirin, “Em jî wek Kongreya Star û TEV- DEM’ê ya Kangona Kobanê soz didin ku heya ev pargala desthilatdar ji holê rabe, bi hemû hêza xwe li dijî van êrîşan li ber xwe didin û dê li ber xwe bidin. Dê li hemberî êrîş hewildanên qirkirinê, berxwedan, hevgirtin û yekîtiya me xurttir bibe. Çawa ku her şehîdek canfedayê welat e, em jî wê bibin şopdarê wan û bibin kelemê çavê û kelemê çavê dijmin. Em heya hêviya keç û xortên xwe bi cih neyinin, Efrînê rizgar nekin û heta gelê xwe li ser axa wan bi cih nekin dest ji tekoşîna xwe bernadin. Bi her çalakiyê emê li hemberî dijmin bisekinin. Em wek Kongreya Star û TEV-DEM’a Kantona Kobanê di 1’emîn salvegera şehîdên Qereçox’ê de serdema berxwedanê ya Bakûrê Sûriye yê bi bîrtînin û heya dawî li pey şopa şehîdên xwe bin.”

(ekip)