Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin

Desteya Tûrîzm û Parastina Şûnwaran a Herêma Cizîrê di bin dirûşma “Zanista arkolog ji bo pêşerojekî ciwan” de bi alîkariya Şandeya Orkêş a Emrîkî, li ser dîroka Girê Mozan pêşangehek li Qamişlo vekir.

Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin
Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin
Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin
Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin
Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin
Li ser dîroka Girê Mozan yekemîn pêşengeh li ser asta Sûriyê hate vekirin
25 nîsan, 2018   09:43

QAMIŞLO

Desteya Tûrîzm û Parastina Şûnwaran a Herêma Cizîrê di bin dirûşma “Zanista arkolog ji bo pêşerojekî ciwan” de bi alîkariya Şandeya Orkêş a Emrîkî ya di Girê Mozan de kar kiribû, pêşangehek li Qamişlo vekir. Pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya M. Şêxo hat vekirin û ji 43’ê wêneyên dîroka Girê Mozan û agahiyên li ser dîroka Girê Mozan hatin nişandan.  Beriya niha heman pêşangeh li Îtalya û Beyrutê jî hatibû vekirin. Cara yekeme li Sûriye yê û Bakurê Suriye yê li Qamişlo tê vekirin.

 ‘Desthilatdaran hertim dîrok li gor xwe nivîsiye’

Di saetên destpêkê de kesên dîrokhez û xwendekar serdana pêşangehê kir. Pêşangeh bi rêzgirtina ji bo şehîdan hat vekirin. Di vekirinê de Hevseroka Desteya Tûrîzm û Parastina Şûnwaran a Herêma Cizîrê Bêrîvan Yunis axivî. Bêrîvan bal kişand ser tûnekirina dîrokê ji aliyê desthilatdaran ve û wiha got, “Desthilatdaran hertim dîroka di bin berjewendiyên xwe de di pirtûkan de nivîsîne û êrîş dîroka gelan kirine. Di dîrokê de jî tê dîtin ku hertim gelan bi hev re jiyan kiriye, lê desthilatdaran xwestine gelan parçe bikin. Mînaka herî dawî jî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bû.”

Bêrîvan anî ziman ku armanca wan, dîroka xwe bizanin, ji nifşê nû re ragihînin û biparêzin.

Serlêdanên pêşangehê berdewam dikin. Dê pêşangeh du rojan ji seet 10.00 heta 14.00’an ji gel re vekirî bimîne.

(kc)

ANHA