Dagirkeran 5 Efrînî  revandin û malên wan talan kirin

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, bi bahanên cuda 5 welatî ji gundên Efrînê revandin û mal û milkên wan talan kirin.

Dagirkeran 5 Efrînî  revandin û malên wan talan kirin
25 nîsan, 2018   09:45

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Şêrawa ragihandin ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji gundê Kîmarê du bira "Ehmed Hesen û Murad Hesen"bê sûc û sedem revandin bi awayekî hovane ew êşkence kirin.

Hate ragihandin ku çeteyan her wiha ji gundê Girzîlê yê girêdayî navçeya Şêrawa welatiyê bi navê Mihemed Elo Umer yê 45 salî û Ebdulrehman Welo yê 50 salî revandin û ew birin cihekî ne diyar, paşî jî mala wî birin û malbatên çeteyên ji Xûtayê li malên wan bi cih kirin.

Çavkaniyên ji navçeya Bilbilê jî diyar kirin ku çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Birîm ê ji gundê Qere Gul revandin û ew birin cihekî ne diyar. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete ji bo ku welatiyan berdin pereyan dixwazin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku li kantona Efrînê revandina welatiyan zêde bûye û tu kes nikare li hemberî vê bisekine.

Çavkaniyekî din daxuya kirin ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê pereyan zêde dide welatiyan da ku malên xwe bifroşin çeteyan.

Li gorî çavkaniyek din, dagirkeriya Tirkiyê guhertina demografiya kantonê didomîne û hate destnîşankirin ku malbatên çeteyan li navenda herêma Cindirêsê têne bi cihkirin. Wêneyên ku çavkanî ji hundirê Cindirêsê re kişandine vê yek diyar dike.

(bb)

ANHA