Şêniyên Kobanê, êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Başûr şermezar kirin

Şêniyên Kobanê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hemû aliyên kurd kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk di zûtrîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê lider bixin.

Şêniyên Kobanê, êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Başûr şermezar kirin
25 nîsan, 2018   08:51

SEMÎRA DAWID-HÊZA HESEN / KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dagirkeriya herêmên Başûrê Kurdistanê didomîne û di gelek hereman de derbasî xaka Başûr bûye û bargehên xwe çêkirine.

Şêniyên Kobanê ev siyasetên dewlet Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi tundî şermezar kirin û gotin wê siyasetên dewleta Tirk ên dagirkeriyê biser nekevin.

Welatiya bi navê Wefai Hecî Hesen derbarê mijarê de wiha axivî: "Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk gelê kurd hedef digre. Lewma xaka me dagir dike."

Wefa di berdewama axaftina xwe de jî got ku ji ber nakokiyên di navbera aliyên kurd de dewleta Tirk cesaret dike ku xaka me dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê partiyên kurdî yên îda dikin ku ji bo doza kurd tekoşîn dikin, niyeta wan di dema dagirkirina Efrînê de eşkere bû. Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûn, wê demê hevaltiya wan bi çeteyan re diyar bû. eşkere bû kê welatê xwe firotiye û beranberî dolaran xizmeta dewleta Tirk dike."

Jina bi navê Hindiya Hesen jî derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne û wan ji mafên wan bê par bihêle. Hindiya her wiha destnîşan kir ku Efrîn dagir kirin, niha jî dîmografiya wê didin guhertin, her wiha bargehên xwe yên leşkerî jî li Başûrê Kurdistanê ava dikin.

Welatiyê bi navê Sadiq Ibrehîm jî derbarê siyasetên dewleta Tirk ên dagirkeriyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Ew serweriya xaka me binpê dike. Ev di nava bê dengiya civaka navdewletî pêk tê. Divê gelê me li her dermê li dijî dewleta Tirk  û pîlanên wan ên dagirkeriyê serî hilde."

Hemû welatiyên Kobanê yên axivîn di mijara lidarxistina Kongreya Netewî de hevbeş bûn û diyar kirin ku êdî bese ji partiyên kurdî yên siyasî re û destnîşan kirin ku dem hatiye ku hemû destê hev bigirin kongreya Netewî lidar bixin û li dijî êrîşên tunekirinê yên gelê kurd pê re rû bi rû maye derkevin.

(dc)

ANHA