Rojeva rojnameyên Erebî..

Rojnameyên Erebî destnîşan kirin ku Nûnerên Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê diyar  kir xîlîbûna li Sêwêdê ya endamên Meclîsa Ewlekariyê ya derbarê Sûriyê biser neket, her wiha hate gotin ku Neteweyên Yekbûyî heta niha pereyên ku Kongreya Alîkardayîna bi Sûriyê re diyar kiribû, kom nekiriye. Rojnameyan destnîşan kir ku gava mûxalifên Tirkiyê Erdogan tevlihev kir.

Rojeva rojnameyên Erebî..
25 nîsan, 2018   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojeva rojnameyên Erebî derbarê Sûriyê de mijarên cuda, wekî; lihevkirinên di navbera rêjîmê û komên çekdar, rewşa meydanî, civînên navdewletî yên behsa mijarê têne lidarxistin, her wiha hilbijartinên Iraq û Tirkiyê.

Lihevkirina başûrê Şamê û şerê li dijî DAIŞ

Derbarê rewşa meydanî li Sûriyê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Bi amadebûna keça Mûdîrê Istîxbarat ê berê Kînana Hiwêcê di navbera komên opozisyonê li gundewarên başûrê Şamê û Rûs de lihevkirin çêbû"weşand, derbarê hamen mijarê El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Lihevkirina di navbera rêjîm û çekdaran li başûrê Şamê şerê li dijî DAIŞ‘ê sînodar dimîne" weşand.

Li gorî nûçeya El-Heyat, "Duh, diyar bû ku rêjîma Sûriyê û hevkarê wê Rûs ji bo girtina dosyaya Şamê xetekê dimeşînin. Rêjîm hewl dide ku ji bo derxistina çekdarên opozisyonê ji deverên ku lê bi cih bûne bighîjin encamê û di bala wê şerê li dijî DAIŞ‘ê tenê li Wargeha Yermûk û Hecer El-Eswed yên ji beriya 6 rojan ve bi dijwarî têne topbarankirin sînodar dar bike. Di heman demê de, rêxistinên hiqûqî û mirovî banga vekirina kerîdoreke bi ewle ji bo derbaskirina alîkariyan û derxistina birîndarên sivîl, dikin"

Alîkariyên ji bo Sûryê paş diçe û xîlîbûna Siwêdê ti encam negirt.

Rojnameyan girêdayî civînên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê sernavên cuda avêtin, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Neteweyên Yekbûyî di mijara paşdeçûna alîkardayîna bi Sûriyê re bi fikar e" weşand. Li gorî nivîsê, "Neteweyên Yekbûyî ji ber paşdeçûna erka welatên alîkarên Sûriyê ji bo komkirina alîkariyên bi fikar e û destnîşan kir ku pereyên ku îslan hatin komkirin qasî çareyeke ji yên sala derbasbûyî ye. Kongreya duh li Bruksel dest pê kir, alîkariyên ku hatin komkirin kêmî 800 mîlyon dolarî yî, diviyabû ku 3.5 mîlyar dolar baya."

Mijareke din, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "De Mistura tekez dike ku xîlîbûna Siwêdê bin ket û hişyariya ku Idilb bibe Heleba duyemîn kir" weşand û bal kişand ser civîna çapemeniyê ya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Stffan De Mistra û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrupa Federica Mugherini û got, "Diyar e ku De Mistura bê hêvî ye, dema ku eşkere bûn ku endamên Konseya Ewlekariyê li Siwêdê ti encam bi dest nexistin û aloziya Sûriyê bi pirsgirêka herê mezin li pêşberî Neteweyên Yekbûyî bi nav dike."

Rojnameya El-Erebî têkildarî hevdîtinên Trump û Macron nûçeyek bi sernavê "Trump: Ez dixwazim ji Sûriyê vekişim, bêyî ku derfet ji Îran were dayîn ku bighêje Deryaya Spî" weşand, di rojnameyê de tê gotin, "Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku ew hê jî israr dike ku hêzên welatê xwe ji Sûriyê vekişînin, di heman demê de diyar dike ku dixwaze bandoreke mezin û dayîn li Sûriyê çêbike."

Trump di civîna çapemeniyê yaw î û Emmnul Makron de got, " Ez dixwazim Hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişine, lê bêyî ku derfet ji Îranê re were dayîn ku bighêje Deryay Spî."

Şîa hewl dide Serokwezaretiyê ji destê Hizbulledawa derxîne

Rojnameyan, derbarê pêşeketinê li Iraqê mijarên cuda girtin dest, El-Heyat nûçeyek bi sernavê "El-Sîstanî û El-Sedir hişyariya ku kaxesê Heşid El-Şabî di hilbijartinan de werin bikaranîn  kir" weşand, El-Şiriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê "Şîa ya Îraqê hewl dide Serokwezaretiyê ji destê Hizbulledewa derxîne." Weşand. Di rojnameya El-Şeriq El-Ewset wiha tê gotin "Çavêdêrên herêmî texmîn dikin ku Hêzên Şîna yê dûrî Hizbulldawa li pêşberî gaveke pir mezin in ew e ku çawa Serokwezaretiyê ji destpê Hizbuldewa derxînin."

Amadekariyên pêvajoyeke nû ji bo Lîbayayê bi riya danûstandinên Rîbatê têne kirin

Rojnameya El-Ereb derbarê Lîbyayê de nûçeyek bi sernavê "Danûstandinên Rîbatê Lîbya ber bi pêvajoyeke nû ve dibe" weşand û diyar kir ku çavdêrên karûbarên siyasî yên li Lîbyayê ji destpêka hefteyê ve danûstandinên rayedarên Lîbî ku li Rîbatê têne kirin dişopînin û tê gotin ku "Çavdêr dibînin ku daxuyaniyên ku ji aliyê beşdarên danûstandinan de têne dayîn nîşan dide ku aloziyê Lîbya ber bi qonaxeke nû ve biçe."

Kombûna mûxalifan Erdogan tevlihev dike

Rojnameya El-Ereb mijara hilbijartinên pêşwexet ên li Tirkiyê nûçeyek bi sernavê "kombûna mûxalifan Erdogan dixe fikaran ku serketina wî di hilbijartinan de tevlihev bike" weşand. Li gorî nûçeyê,"Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan beşdarbûna cîgirên Partiya Opozisyonê ya sereke li welat ku partiyê nû bikin da ku karibin beşdarî hilbijartinên pêşxwet bibin rexne dike. Li gorî çavdêran, îlankirina hilbijartinên pêşwexet, diyar dike ku Erdogan hîs dike ku êdî destekdayîna wî kêm dibe.ʺ

(bb)